Peymana avhewayê ya li Parîsê tê aşkerakirin

Di Konferansa Guhertina Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî COP21 de, ku ji 30'ê Mijdarê û vir ve li Parîsê tê lidarxistin, di dawiya dawî de peymanek hat morkirin.

Di Konferansa Guhertina Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî COP21 de, ku ji 30'ê Mijdarê û vir ve li Parîsê tê lidarxistin, di dawiya dawî de peymanek hat morkirin.

Di civîna bilind a bi beşdariya 195 welatan de, armanc ragirtina germahiya global di asta 2 pileyan de ye. Hedefên ji bo 15 salên pêş ên ji bo vê yekê, hatin destnîşankirin.

Metna peymanê, ku di encama hevdîtinên heta duh êvarê de li ser li hev hat kirin, piştî wergera bi 6 zimanên ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve tê bikaranîn, wê di rûniştinekê de aşkerakirin. Ji bo peyman derbasdar be, pêwîste di vê rûniştinê de bê erêkirin."