Zanîngeha Skoç, nîşana doktora fexrî ji Trûmp stend
Bernamzetê Komargeran ê hilbijartinên serokatiyê yên di sala bê de li DYA tê lidarxistin Donald Trûmp, ji ber gotinên xwe yên tund, hem li welêt hem jî li derveyî welêt rastî nerazîbûnan tê.
Bernamzetê Komargeran ê hilbijartinên serokatiyê yên di sala bê de li DYA tê lidarxistin Donald Trûmp, ji ber gotinên xwe yên tund, hem li welêt hem jî li derveyî welêt rastî nerazîbûnan tê.
Bernamzetê Komargeran ê hilbijartinên serokatiyê yên di sala bê de li DYA tê lidarxistin Donald Trûmp, ji ber gotinên xwe yên tund, hem li welêt hem jî li derveyî welêt rastî nerazîbûnan tê. Soza Trûmp a ji bo "qedexekirina hatina Misilmanan ji bo DYA" li nava raya giştî rastî nerazîbûnan hat. Li ser van nerazîbûnan Zanîngeha Robert Gordon a Skoçayê ket nava tevgerê û nîşana 'doktora fexrî' ji Trûmp stend.
Berdevkê zanîngehê li ser mijarê daxuyaniyek da û got, "Donald Trûmp, di kampanya hilbijartinê ya serokatiya Amerîka de, hin daxuyaniyên ku li pîvan û nirxên zanîngeha me nayên, kir. Ji ber vê yekê zanîngeha me biryar da ku nîşana doktoriya fexrî ya dabû wî, jê bistîne."
Hêjayî gotinê ye, li hemberî van daxuyaniyên Trûmp, li malpera 38 Degrees ji bo stendina nîşana doktora fexrî kampanya hatibû destpêkirin û zêdeyî 70 hezar kes beşdar bûbûn.