Ajansa Enerjiya Rojê ya Navneteweyî hat avakirin

Ji bo enerjiya rojê ya ku weke dostê hawirdor û atmosferê tê zanîn bi erzanî û ewle were hilberîn, ajanseke nû ava dibe. Bi vê armancê li civîna bilind a COP21'ê, bi însiyatîfa Hîndîstanê re tifaqeke hat avakirin û 121 welatan di nav de cih girtin.

Ji bo enerjiya rojê ya ku weke dostê hawirdor û atmosferê tê zanîn bi erzanî û ewle were hilberîn, ajanseke nû ava dibe. Bi vê armancê li civîna bilind a COP21'ê, bi însiyatîfa Hîndîstanê re tifaqeke hat avakirin û 121 welatan di nav de cih girtin.

Tifaqa ji 121 welatên li ser paralelên bakur û başûrê xeta ekvatorê cih digirin, ji aliyê Serokwezîrê Hîndîstanê Narendra Modî ve hat ragihandin.

Armanca bingehîn a vê saziya bi navê Ajansa Enerjiya Rojê ya Navneteweyî (ISA) hat avakirin, zêdekirina enerjiya ji tîrêjên rojê ye. Di nava van welatên tevlî tifaqê bûne de li hin welatan 300 rojan tav heye. Lewma li van deran tê xwestin ku hilberîna enerjiya rojê ya weke dostê hawidorê tê naskirin, bê zêdekirin.

Wezîfeya sereke ya ISA ya bi însiyatîfa Hîndîstanê hat avakirin, meşandina xebatên kêmkirina lêçûnên hilberîna enerjiya rojê ye. Bi vê armancê wê bi taybetî lêçûnên amûrên teknolojîk werin kêmkirin.

Serokwezîrê Hîndîstanê Narendra Modî yê ku damezrandina ISA ragihand got, "Em dixwazin enerjiya rojê bêhtir erzan û ewle bikin. Bi hêsanî bigihînin nava mala xwe û qadên xwe yên jiyanê." Modî da xuyakirin ku welatên herî zêde tavê dibînin, bi rewşeke 'paradosk' herî kêm ji vê enerjiyê sûdê werdigirin û anî ziman ku ev yek êdî nayê qebûlkirin.

ISA wê hewl bide para enerjiya rojê ya li cîhanê zêdetir bike. Heta sala 2021'an jî wê Sekreteriya Giştî ya vê saziyê, ji aliyê Hîndîstanê ve bê birêvebirin. Hîndîstan dixwaze kapasîteya xwe ya enerjiya rojê, ku niha 4 gîgawat e, heta sala 2022'an bigihîne 100 gîgawatê.

Enerjiya rojê, ji ber ku li gorî enerjiyên petrol û komirê rêjeya gaza li atmosferê belav dikin dadixîne, weke alternatîf tê dîtin. Lê belê ji bo hilberîna vê enerjiyê di nava demeke kurt de pêwîstî bi razemeniyek ji ya petrol û komurê bêhtir heye.

Dema zerarên li hawirdor û atmosterê tê kirin were nirxandin jî, ji bo dema dirêj, enerjiya rojê ya dikare bê nûkirin, li gorî ya petrol û komirê gelekî erzan e.