Beriya Civîna Bilind a Avhewayê ya Cîhanê çalakiyên xeleka mirovan
Civîna Bilind a Avhewayê ya Cihanê ya ku li paytexta Fransa Parîsê tê lidarxistin wê sibê bi awayekî fermî destpê bike.
Civîna Bilind a Avhewayê ya Cihanê ya ku li paytexta Fransa Parîsê tê lidarxistin wê sibê bi awayekî fermî destpê bike.
Civîna Bilind a Avhewayê ya Cihanê ya ku li paytexta Fransa Parîsê tê lidarxistin wê sibê bi awayekî fermî destpê bike. Lîderên cîhanê wê li civînê werin cem hev, lê raya giştî bawer nake ku encamek têrker ji civînê derkeve. Ji ber ku civîn di şertên rewşa awarte de kom dibe.
Piştî êrîşên li Parîsê ku 13’ê Mijdarê bû sedema 130 kes jiyana xwe jiyana ji dest bidin, rewşa awarte û qedexeyên peşendana hatibûn îlankirin.
Beriya civînê 11 hezar polîs û jenderme ji bo ewlehiyê ketin nav tevgerê. Li herêma Parîsê gelek rêyên esasî hatin girtin. Rayedaran berê gel dan wesayîtên veguhestinê yên gel. Tedbîrên îstîsnaî ji bo rojên 29-30’ê Mijdarê derbasdar in.
Ji ber vê jî metro û bîsîkletên aîdî şaredariyê bê pere dixebitin. 195 dewlet tevlî 21. Civîna Bilind a Avhewayê ya wê du hefteyan berdewam bike dibin. Di hedefa zirveyê de girtina biryarek gerdûnî û tatmînkar a ji 2020’an ve têkoşînekê li hember germbûna gerdûnî rêxistin dike heye.
Lê raya giştî bawer nake ku dewlet têkîldarî vê mijarê biryarên têrker bigirin.
Li gor lêkolînan, ji sedî 72 yê Fransiyan difikirin ku “wê ji bo rewşê îdare bikin lihevkirinek seresere” pêk bînin.
Her wiha li Parîsê tevî qedexeya çalakiyan jî xelekek mirovan a ji 10 hezarî zêdetir kes tevlîbûn pêk hat.
Li Qada Repûblîqûe ku qedexe lê he ye, li ser banga rêxistinên civaka sivîl bi hezaran pêlav hate danîn. Li Qadê dema çalakiyê di navbera hêzên dewletê û çalakvanan de alozî derket. Li hember polîsên gaz bikaranîn, çalakvanan bi pêlav avêtinê bûn bersiv.
Li bajarê Fransa Toûloûse jî ji bo çalakiyê bi hezaran kes hatin cem hev. Lê ji ber pêkanîna rewşa awarte ya li tevahî Fransayê destûra çalakiyê nehate dayîn. Girseyê astengkirinên polîsan derbas kir û çalakiya xwe pêk anî. Di çalakiyê de ji bo civînê hatina Serokkomar Erdogan a Fransa jî hat protestokirin.
Li cihên din ên cîhanê jî çalakî hatin lidarxistin.
Bi 28’ê Mijdarê li dehan bajarên cîhanê bi deh hezaran kes derketin kolanan, li tevahî parzemînan protesto pêk hatin. Ji bo 29’ê Mijdarê jî li bajarên Seûl, Rîo de Janeîro, New York û Meksîko protesto hatin lidarxistin.