Pûtîn: Balafir ji bo parastina petrolên DAIŞ’ê hat xistin

Serokê Dewletê yê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn di Civîna Avhewayê ya COP21 ya li paytexta Fransa Parîsê axivî, diyar kir ku balafira wan ji bo parastina petrolên ji DAIŞ’ê tê hatiye xistin.

Serokê Dewletê yê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn di Civîna Avhewayê ya COP21 ya li paytexta Fransa Parîsê axivî, diyar kir ku balafira wan ji bo parastina petrolên ji DAIŞ’ê tê hatiye xistin. 

Pûtin behsa balafira Su-24 a ji aliyê Tirkiyeyê hatibû xistin kir, destnîşan kir ku armanca esasî parastina çeteyên DAIŞ’ê ye. Pûtîn destnîşan kir ku balafir bê parastin bû, got petrola ji herêmên di dest DAIŞ’ê bi rêya bejahî tê Tirkiyeyê, ji wir jî bi rêya benderan derbasî tankera dikin.

Pûtîn ragihand ku der heqê têkîlîyên petrolê yên Tirkiye û DAIŞ’ê de xwedî agahî ne.

Pûtîn di civînê de ji ber beyanên gelek serokên dewletan a ku ‘xistina balafira Rûsan ne pêwîst bû’ dûbare kir ku balafira wan ji bo Tirkiyeyê ti xeterî ava nekiribû.