Li Brukselê asta 'tehdîda terorîst' hat xistin

Koordînasyona analîza tehdîdê ya Belçîka, asta tehdîda terorîst a li paytext Brukselê xistibû meriyetê daxist.

Koordînasyona analîza tehdîdê ya Belçîka, asta tehdîda terorîst a li paytext Brukselê xistibû meriyetê daxist.

Li Brukselê 21’ê Mijdarê roja Şemiyê, bi fikara her kêlî êrîşa bombeyî û çekdarî pêk bê, alarma ewlekariyê derketibû asta herî jor 4’an.

Di vê çarçoveyê de aktîvîteyên metro, dibistan, salonên sînemayê, konserên mezin û gelek aktîvîte hatibûn betalkirin. Di encama nirxandineke nû de asta tehdîdê ji 4’an daxistin 3’an.

Bi xistina asta tehdîdê re roja Înê ji saet 06.00’an ve tevnên metroyan hatin vekirin. Lê li paytextê wê saet piştî 22.00’an bên rawestandin. Her wiha aktîvîtiyeyên mezin jî wê yek bi yek bên lêkolînkirin. Rayedar li gor rewşê yan wê aktîvîteyan taloq bikin an jî betal bikin an jî wê di bin ewlekariyên zêde de pêkanîna wan erê bikin.

Tevî ku asta tehdîdê hat xistin jî hikûmet, dixwaze hebûna leşker û polîsan li kolanên Bruksel dewam bike. Bi taybet li derdora dibistanan tê plankirin ku çend rojên din jî tedbîr dewam bikin.

Bazara Noel a mezin a paytextê jî îro destpê kir.