Pûtîn, biryarên tedbîrên aborî yên taybet ên li dijî Tirkiyeyê îmze kir

Serokdewletê Rûsya Vladîmîr Pûtîn, biryarên tedbîrên aborî yên taybet ên li dijî Tirkiyeyê yên piştî jetên Tirk balafira şer a Rûs xist hat rojevê îmze kirin.

Li gor biryara Kremlîn ji 1’ê Çileya 2016’an û pê ve qedexe ye ku karsazên Rûs welatiyên Tirkiyeyê bigirin kar.

Serbestiya vîzeyê ya Wezîrê Karên Derve Sergey Lavrov aşkera kiribû jî ji aliyê Pûtîn ve bi awayekî fermî hat îmzekirin. Welatiyên Tirk ên bixwazin biçin Rûsya piştî 1’ê Çileya 2016’an divê vîze bigirin.

Acentayên seyahetê yên Rûs piştî 1’ê Çileya 2016’an wê tûrên ji bo Tirkiyeyê rawestînin.

Hat ragihandin ku wê hin alavên ji Tirkiyeyê tên kirîn bên kêmkirin.