Rûsya: Em hevdîtina bi Erdogan re red dikin
Uşakov diyar kir ku heta Tirkiye têkildarî xistina balafira şer a Su-24 lêborînê ji Rûsya nexwaze, wê daxwaza hevdîtina bi Pûtîn re neyê qebûlkirin.
Uşakov diyar kir ku heta Tirkiye têkildarî xistina balafira şer a Su-24 lêborînê ji Rûsya nexwaze, wê daxwaza hevdîtina bi Pûtîn re neyê qebûlkirin.
Kremlîn diyar kir ku daxwaza Erdogan a hevdîtina bi Serokdewletê Rûsya Vladîmîr Pûtîn re red kirine.
Cîgirê Serokdewletê Rûsya Yuriy Ûşakov ê têkildarî mijarê daxuyanî da got: “Erdogan ev du rojên dawî ne dixwaze bi rêya telefonê hevdîtinê bi Pûtîn re bike. Ev daxwaz ji Serok Pûtîn re hatiye ragihandin.”
Uşakov diyar kir ku heta Tirkiye têkildarî xistina balafira şer a Su-24 lêborînê ji Rûsya nexwaze, wê daxwaza hevdîtina bi Pûtîn re neyê qebûlkirin.
Uşakov anî piştrast kir ku bi rêya Wezareta Karên Derve daxwaza hevdîtina fermî ya Tirkiyeyê ji bo li Parîsê pêk bê wergirtine, lê hê Kremlîn bersiveke erênî nedaye vê daxwazê.
Erdogan gotibû ku dixwaze di Civîna Avhewayê ya Cîhanê de ku 30’ê Mijdarê wê li paytexta Fransa Parîsê pêk bê hevdîtineke dualî bi Pûtîn re bike.