Drama mirovahiyê ya li ser sînorê Makedonya-Yewnanîstanê naqede

Bi hezaran penaberên hewl didin ji Yewnanîstanê derbasî Makedonyayê bibin, li ser sînor disekinin. Aloziya di navbera penaberan û polîsên li ser sînor de jî dewam dike.

Bi hezaran penaberên hewl didin ji Yewnanîstanê derbasî Makedonyayê bibin, li ser sînor disekinin. Aloziya di navbera penaberan û polîsên li ser sînor de jî dewam dike.

Bi biryara hefteya derbasbûyî ya hikûmeta Makedonyayê re bi tenê ji penaberên ji welatên şer lê hene, mîna Sûriye, Iraq û Afganîstanê tên, destûra derbasbûnê tê dayîn. Ji ber vê biryarê, bi hezaran penaberên ji welatên din hatine û di ser Balkana re hewl didin derbasî nava welatên Yekîtiya Ewropayê bibin, li herêmên sînor berhev bûne.

Duh li nêzî bajarê Gevgeliyayê, penaberekî xwe bi trenê girt û bi vî rengî hewl da sînor derbas bike. Lê belê ji ber elektrîkê bi giranî birîndar bû û ew rakirin nexweşxaneyek li Yewnanîstanê. Piştî vê bûyerê, di navbera penaberan û hêzên ewlekariyê yên Makedon de alozî derket.

Bi qasî 250 penaberan bi keviran bersiv dan polîs û leşkerên bi çekên giran li ser sînor bi cih bûne. Polîsan jî çoyê bi elektrîkê û bombeya çavan dişewitîne, li hemberî penaberan bi kar anîn.

Polîsê Yewnanîstanê jî dest li bûyerê werdan û ket navbera penaberan û polîsên Makedon, bi vî rengî pêşî li şer girtin.

Piştî ku dewleta Tirkiyeyê ji bo wergirtina hin tawîzan ji welatên Yekîtiya Ewropayê sînorên xwe vekir, di nava 4 mehan de bi sed hezaran penaberan di ser  Yewnanîstan û welatên Balkanan re berê xwe dan welatên rojava. Piştî komkujiya 13'ê Mijdarê ya li Parîsê, hikûmeta Makedonyayê biryar da ku bi tenê ji penaberên ji Sûriye, Iraq û Afganîstanê re destûra derbasbûnê bide.