Boko Haram li Nîjerê bi dehan gundî qetil kir

Çeteyên Boko Haram ên bîat li barbariya DAIŞ'ê kirin, li Nîjerê de herî kêm 18 gundî qetil kirin.

Çeteyên Boko Haram ên bîat li barbariya DAIŞ'ê kirin, li Nîjerê de herî kêm 18 gundî qetil kirin.

Hikûmeta Nîjerê da xuyakirin, ku êrîş li hemberî gundê Gogone yê ser bi herêma Dîffa ya li başûrê welêt hatiye kirin. Hat ragihandin ku çeteyên êrîşî gund kirin, meleyê gund jî di nav de herî kêm 18 gundî qetil kirine û bi qasî 80 mal jî şewitandine.

Berdevkê hikûmetê ragihand, ku di êrîşa bi çek û roketan de her wiha 11 kes jî birîndar bûne û zarokeke keç a 3 salî winda ye. Berdevk da zanîn ku piştî êrîşê, yekîneyên artêşê û polîsan li dijî çeteyan li herêma Dîffa û derdora Gola Çadê dest bi operasyonê kirine.

Herêma Dîffa îsal gelek caran rastî êrîşên çeteyên Boko Haramê hat. Çete ji herêmên li bakurrojhilatê Nîjeryayê xwe berdidin vê herêmê û êrîşan dikin.