Li COP21'ê welatên pêşketî endîşeyên xwe didin pêş

Di Civîna Bilind a Avhewayê COP21 de, ku duh li paytexta Fransa Parîsê destpê kir, serokên hikûmet û dewletan û nûnerên Neteweyên Yekbûyî daxuyanî û bangên dramatîk kirin.

Di Civîna Bilind a Avhewayê COP21 de, ku duh li paytexta Fransa Parîsê destpê kir, serokên hikûmet û dewletan û nûnerên Neteweyên Yekbûyî daxuyanî û bangên dramatîk kirin.

Di civînê de, pirsgirêka sereke ya ku lîder bala xwe bidin ser û muzakere li ser bê kirin, wê alîkariya avhewayê ya ji bo welatên xizan be.

Serokdewletê Misirê Abdulfettah El Sîsî li ser navê welatên Afrîkayê di civînê de bang kir û anî ziman ku alîkariya ji 100 mîlyar dolarî ya ku welatên pêşketî heta sala 2020'an soza dayînê dane, kêm e. Sîsî ragihand ku divê alîkariyên malî qat bi qat bên zêdekirin û diyar kir ku heta sala 2020'an divê ev rêjeya alîkariyê bi du qatan bê zêdekirin.

Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel jî xwest, alîkariya malî ya ji welatên yekser bikevin bin bandora encamên guhertina avhewayê yan jî welatên xizan re bê dayîn, her pênc salan ji nûve were nirxandin. Merkel pêşniyar kir ku nirxandina destpêkê ya vê çarçoveye jî, ji sala 2020'an û pê ve bê kirin. Angela Merkel her wiha soz da ku welatê wan wê budçeya xwe ya li ser alîkariyên pêşvebirinê heta sala 2020'an bi du qatan zêde bike.

Merkel da zanîn ku hewldan û sozên wan heta roja îro dane têra bisînorkirina germahiya global a bi 2 pileyan nake û destnîşan kir ku metodên welatan ên pîvandina belavkirina gazê zelal be.

ABORIYA WELATÊN BI PÊŞ DIKEVE, NE AMADE YE!

Yek ji pirsgirêka ku di muzakereyên avhewayê de li ser hat rawestîn ew e, ku ji bo sozên li ser guherîna avhewayê bi cih bê anîn, divê welatên bi pêş dikevin, ji aliyê mezinbûna aboriyê ve tawîzan bidin. Gelek welat dibêjin ku li şûna petrol an jî komirê, bikaranîna enerjiya tê nûkirin, wê bandoreke neyînî li mezinbûna aboriyê bike.

Serokdewletê Çînê Xî Jînpîng ku welatê wî yek ji ekonomiyên bi pêş dikeve ye û hînê bi giranî bi petrol û komirê ve girêdayî ye, anî ziman ku divê mercên ekonomîk ên welatên bi pêş dikevin, li ber çavan werin girtin. Xî bibîr xist ku tevî armancên li ser avhewayê, endîşeyên van welatan ên ji bo bilindkirina standartên jiyanê yên welatiyên xwe hene.