Li gor rojnameya Komersant; Berdevka Polîsên Moskowa Elana Aleksiyeva ragihand ku li Moskovskî Oblus piştî nîvro di operasyona hevpar a polîsên xwecihî û Îstixbarata Federal a Neteweyî (FSB) li dar xistin, gelek teqemenî hatine bidestxistin.
Di operasyona li Moskowayê hat lidarxistin gelek teqemenî hatin bidestxistin.
Li gor rojnameya Komersant; Berdevka Polîsên Moskowa Elana Aleksiyeva ragihand ku li Moskovskî Oblus piştî nîvro di operasyona hevpar a polîsên xwecihî û Îstixbarata Federal a Neteweyî (FSB) li dar xistin, gelek teqemenî hatine bidestxistin. Hat ragihandin ku cebilxaneya mijara gotinê, piştî çalakiya terorê ya milîtanên Çeçen li dar xistin hatiye bidestxistin, cebilxaneya herî mezin e.
CEBILXANEYA HATIYE BIDESTXISTIN
Di daxuyaniyê hat diyarkirin ku cebilxaneya hatiye bidestxistin wiha ye:
"15 bombeyên kevin ên balafiravêj, 8 kg TNT, 4 kg barût, roketa B7, 10 hezar gule, 30 bombeyên dest, 40 funye û 55 parçeyên çekên cuda, 3 tifing, 3 çekên nêçîrê, 1 BKC, 2 tebence, 3 kêr, 3 pala, 17 funyeyên gaza sînîr."