Vekirina COP21: Ji serokên dewletan banga hevpeymana berfireh
21. konferansa UNFCCC li Parîs COP21’ê destpê kir. Serokên dewletan yên di vekirina konferansê de axivîn, der heqê avhewayê banga hevpeymana berfireh kirin.
21. konferansa UNFCCC li Parîs COP21’ê destpê kir. Serokên dewletan yên di vekirina konferansê de axivîn, der heqê avhewayê banga hevpeymana berfireh kirin.
21. konferansa Hevpeymana Çarçoveya Guhertinên Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (UNFCCC) li Parîs COP21’ê destpê kir. Serokên dewletan yên di vekirina konferansê de axivîn, der heqê avhewayê banga hevpeymana berfireh kirin.
Di vekirina konferansa ku serokê 150 hikûmet û dewletan tevlîbûn de Wezîrê Hawîrdor ê Perû Manûel Pûlgar-Vîdal ku mahzûbantiya konferansa berê jî kiribû wiha got: “Cîhana me bi du xeteriyên wek terorîzm û guhertina avhewayê mezin ve rû bi rû ye.”
Piştî Pûlgar-Vîdal, Wezîrê Karên Derve yên Fransa Laûrent Fabîûs ku seroktî û mahzûbantiya konferansa COP21’ê dike, got ji bo li welatên wan lihevkirinek çêbibe ‘çi hewldanên ji dest wan tê wê bikin’. Fabîûs diyar kir ku ji bo li Konferansê hevpeymanek tevahî welatên cîhanê li ser li hev bikin derkeve pêwîstî di pêşketinên muzakereyên di vê hefteyê de heye. Fabîûs wiha axivî: “Serketin hê bi dest neketiye, lê gelek nêzî me ye. Çavên tevahî cîhanê li ser me ye û hêviyên mezin hene. Êdî dem hatiye ku em karibin asta xwe ya pêkanînê pêşkêş bikin.”
‘HETA ÎRO BERPIRSIYARIYEK WIHA MEZIN NEKETIBÛ DESTÊN EWQAS KÊM MIROVÎ’
Piştî Fabîûs mafê axaftinê Sekretera Îdare ya ÛNFCCC Chrîstîana Fîgûeres wergirt û ji bo encamgirtina muzakereyan ev bang kir: “Heta îro berpirsiyarîyek wiha mezin neketibû destên ewqas kêm mirovî.”
Serokkomarê Fransa Françoîs Hollande jî diyar kir ku têkoşîna li hember germbûna gerdûnî qasî têkoşîna li dijî terorîzmê girîng e. Holland got germbûna gerdûnî di bin sînorê 2 dereceyan girtinê ve divê bi santîmek û nîvê bê sînordarkirin. Bal kişand ku ji bo pêşketinek mayinde ajandayek nû pêwîst e.
BAN: PÊWÎST E PARÎS KONAXEK RAST BE
Di konferansê de Sekreterê Giştî yê NY Ban Kî-moon axivî, ji bo têkoşîna bi germbûna gerdûnî bang li welatên pêşketî kir ku bila soza xwe ya her sal 100 mîlyar dolar alîkariya bi welatên xîzan re bi cih bînin. Ban diyar kir ku dewletan heta îro endamên NY ne, pêwîst e ji waatên avhewayê wirdetir biçin û wiha got: “Pêwîst e Parîs (konferans) bibe konaxek rast.”
Sekreterê Giştî yê NY destnîşan kir ku di COP21’ê de divê hevpeymana lihevkirî çêbibe dînamîk û ‘bi şêwazekî pêwîstî bi muzakereyên nû nebe ji guhertinan re vekirî’ be.
Serokê DYA Barack Obama jî got, “Me li DYA tehdîda guhertinên avhewayê dît” û destnîşan kir ku divê hevpeymana li ser lihevkirinek çêbibe karibe ‘di asta çareserkirina pirsgirêkên avhewayê de’ bin.
Serokê dewleta Rûsya Vladîmîr Pûtîn jî waada xwe dûbare kir ku wê mezinkirina aboriya welatê xwe bidomîne, berdana gazên serayê kêm bike. Pûtîn di axaftina xwe de bal kişand ser daristanên mezin ên welatê xwe, destnîşan kir ku daristan di kêmkirina gaza karbondîoksît de rolek girîng dilîzin, pêwîst e bên parastin.