Bi hezaran hekîmên pratîsyen ên li nexweşxaneyên di bin sîwana Saziya Tenduristiya Cemaweriyê ya Îngilîz (NHS) de dixebitin dan xuyakirin, ku greva giştî ya îro dihat plankirin, ji bo şens ji muzakereya bi NHS re bê dayîn, hatiye rawestandin.
Di daxuyaniya saziya bi navê ACAS de, ku ev sazî di navbera Yekîtiya Hekîmên Brîtanyayê (BMA) û NHS de wezîfeya navbeynkariyê dimeşîne, hat ragihandin ku ji bo alî li hev bikin heta Çileya 2016'an dem hatiye dayîn.
Bi vê biryarê re hat ragihandin ku greva ji aliyê BMA ve bi sê qonaxan dihat plankirin îro destpê bike, hatiye rawestandin. Bi vê lihevkirinê re tê xwestin ku NHS ji bo hekîmên pratîsyen, heta 13'ê Çileyê peymaneke nû pêşkêş bike.
Li gorî guhertina nû ya ku NHS der barê hekîmên pratîsyen ên li nexweşxaneyên cemaweriyê de kiriye, di rojên li derveyî dema asayî ya kar ê mîna Şemiyê de, ji hekîmên nobedê digirin, heqdest nayê dayîn. Di berdêla vê guhertinê de hikûmetê zema ji sedî 11 a heqdestan pêşniyarî hekîman dikir. Lê belê ev peşniyar ji aliyê BMA ve nehat qebûlkirin.