Elmanya dixwaze ji bo avahiyên nû yên bacê kêm bike

Li Elmanyayê ku di mehên dawî de hejmara penaberên xwe lê girtiye gihaştiye asta rekorê, li gelek bajaran pirsgirêka avahî û stargehan heye. Hikûmet plan dike ku ji bo mirovên bi 'buhayekî guncaw' avahiyê çê bike, bacê kêm bike.

Li Elmanyayê ku di mehên dawî de hejmara penaberên xwe lê girtiye gihaştiye asta rekorê, li gelek bajaran pirsgirêka avahî û stargehan heye. Hikûmet plan dike ku ji bo mirovên bi 'buhayekî guncaw' avahiyê çê bike, bacê kêm bike.

Hat ragihandin ku di nivîseke fermî ya Wezîrê Maliyeyê yê Federal Wolfgang Schauble ji Wezîra Bajarvaniyê Barbara Hendrîcks re şandiye de tê destnîşankirin, ku ji bo înşaetên avahiya nû wê bac ji sedî 10 bê kêmkirin. Li gorî vê yekê, bi saya daxistina baca taybet re xwediyên razemeniyê, wê hin lêçûnên xwe yên di şert û mercên normal de nedihatin beyankirin, ji bacê daxîne.

Wezareta Maliyeyê ragihand ku di rewşa heyî de ji ber pirsgirêka penaberan li gelek bajaran pirsgirêk avahiyan derketiye holê û da zanîn ku qanûn ancax bi fînansmaniya hevpar a eyaletan bikeve meriyetê. Ji eyaletan hat xwesti ku baca bûyîna xwedî milk a ji xwediyên avahî-xaniyan tê wergirtin, kêm bikin.

Qanûna ji bo teşwîqkirina avahiyên nû, bi tenê ji bo bajar an jî taxên pirsgirêka avahiyan lê heye, wê derbasdar be. Tê gotin ku ev qanûn wê demkî be û di navbera salên 2016-2018'an de derbasdar be.

Li Elmanyayê, di sala 2014'an de 202 hezar kesan serlêdana penaberiyê kiribûn. Ev hejmar heta meha Cotmehê di nava vê salê de gihaşt 362 hezaran. Tê texmînkirin ku hînê hejmareke zêde ya penaberên serlêdana penaberiyê nekirine, hene.