Welatên Ewropayê transfera 160 hezar penaberan dereng dixînin

Soza welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) ya ji bo transferkirina 160 hezar penaberan ji Yewnanîstan û Îtalyayê, dereng dikeve.

Soza welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) ya ji bo transferkirina 160 hezar penaberan ji Yewnanîstan û Îtalyayê, dereng dikeve. Endamê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Dîmîtrîs Avramopûlos rewş rexne kir û anî ziman ku heta niha Fransayê bi tenê 19 ji 30 hezar penaberan qebûl kiriye.

Komîserê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê yê ji koçberiyê berpirsyar Avramopûlos ji Fransayê xwest, ku ji bo wergirtina penaberan, bingeha pêwîst ava bike. 

Welatên Yekîtiya Ewropayê di hevdîtinên mehên havînê de li hev kiribûn, ku ji penaberên li Îtalya û Yewnanîstanê 160 hezar transferî welatên din bên kirin. Di çarçoveya vê transfera ku divê di nava 2 salan de bê kirin, Elmanyayê soza qebûlkirin 40 hezar, Fransayê jî soza wergirtina 30 hezar penaberan dabûn.

Li gorî agahiyên ji aliyê Dîmîtrî Avramopûlos hatin dayîn, ji destpêka vê salê û vir ve, zêdeyî 800 hezar mirovan li welatên Yekîtiya Ewropayê serlêdana penaberiyê kirine.