Dîmenên HD ên Rojê hatin weşandin

NASA, dîmên ûltra HD ên Rojê weşand.

NASA, dîmên ûltra HD ên Rojê weşand.

Teqînên li Rojê, cara yekê ewçend bi zelalî tên dîtin.

Ajansa Fezayê ya Amerîka (NASA), dîmenekî xwedî kalîteyeke gelekî bilind ê ji tevgera Rojê weşand.

Dîmen di 1'ê Mijdarê de li malpera înternetê ya NASA hat bicihkirin.

Dîmenên ji mezinahiya 4K, ji aliyê pêgera fezayî ya Solar Dynamîcs Observatory ve hat kişandin.

Bi saya van dîmenan zanyaran yekemcar teqînên li nava Rojê û tîrêjên X ên ji Rojê belav dibin, ewçend bi zelalî nîşan dan.