Krîza penaberiyê dikare bibe sedema hilweşîna YE
Wezîrê Karên Derve yê Luksembûrgê Jean Asselborn diyar kir ku ji ber krîza penaberiyê ya dema dawî, dibe ku Yekîtiya Ewropa (YE) hilweşe.
Wezîrê Karên Derve yê Luksembûrgê Jean Asselborn diyar kir ku ji ber krîza penaberiyê ya dema dawî, dibe ku Yekîtiya Ewropa (YE) hilweşe.
Asselborn ji Ajansa Nûçeyan a Elman (DPA) re axivî û da xuyakirin ku her roja Yekîtiya Ewropayê çareseriyê dereng dixîne, krîza penaberiyê li hemberî herêma YE vediguhere gefeke mezintir.
Asselborn da zanîn, ku helwesta hin welatan ku bi awayekî yekalî deriyên xwe li penaberan digirin û zerarê didin piştgiriya nava Yekîtiyê, dikare bibe sedema bi lez bûna hilweşîna YE. Asselborn anî ziman ku ne pêkane komek ji welatên YE beşa mezin a barê penaberiyê hilgire ser milê xwe.
Asselborn ragihand ku mafê gera serbest a welatiyên YE, yek ji azadiyên bingehîn ên Yekîtiyê ye û ragihand, ku hin welat hewl didin sînorên xwe bi temamî bigirin.
Asselborn diyar kir ku piraniya welatên endamên Yekîtiya Ewropayê fêm kirine ku divê alîkarî bi penaberan bê kirin û lê belê xuyaye nirxên Yekîtiya Ewropayê hînê ji aliyê hin welatên endam ve bi temamî nehatine pejirandin.
Asselborn di dawiya hevpeyvîna xwe de got, "Yekîtiya Ewropa bi rastî jî di rewşeke gelekî krîtîk de ye."