Di navbera Yewnanîstan û YE de muzakereyên li ser reform û penaberan dewam dikin
Di navbera Yewnanîstan a bi rêveberiya Syrîza û Yekîtiya Ewropa (YE) de, muzakereyên li ser reform û pirsgirêka penaberan, dewam dikin.
Di navbera Yewnanîstan a bi rêveberiya Syrîza û Yekîtiya Ewropa (YE) de, muzakereyên li ser reform û pirsgirêka penaberan, dewam dikin.
Di navbera Yewnanîstan a bi rêveberiya Syrîza û Yekîtiya Ewropa (YE) de, muzakereyên li ser reform û pirsgirêka penaberan, dewam dikin.
Serokwezîrê Yewnanîstanê Aleksîs Çîpras duh bi Komîserê Yekîtiya Ewropa yê ji Aboriyê Berpirsyar Pîerre Moscovîcî, Serokê Parlamenta Ewropayê (PE) Martîn Schûlz û Komîserê Yekîtiya Ewropa yê ji Koçberiyê Berpirsyar Dîmîtrî Avramopûlos re hevdîtin kir. Di hevdîtina bi Moscovîcî de reformên ji Yewnanîstanê tên xwestin hatin rojevê. Di hevdîtina bi Schûlz û Avramopûlos de, bi taybetî li ser pirsgirêka penaberiyê hat rawestîn.
Endamê Komîsyona YE Pîerre Moscovîcî beriya Civîna Bilind a Wezîrên Maliyeyê yên Herêma Euro (Eurogroupe) ku wê roja Duşemê bicive, li ser reformên ji hikûmeta Syrîza tê xwestin, hevdîtin kir. Di nava mijarên muzakere li ser tên kirin de sîstema teqawîtbûyînê, stendina bacê ji dibistanên taybet û pirsgirêka krediyên bi temînata qels a bankayan, hene.
Di civîna bilind a Eurogroupe de tê payîn ku li ser 2 mîlyar euro yê di çarçoveya paketa alîkariyê ay ji 86 mîlyar euroyî ji Yewnanîstanê re bê dayîn, biryar bê stendin. Di civîna bilind de wê nîqaş li ser reformên Syrîza ji meha Tîrmehê û vir ve dike, bê kirin, ku têrê dikin an na.
Yewnanîstan jî, li ser mijara penaberên li welatê xwe ku hejmara wan bi sed hezaran e, xwedî bendewariyan e. Duh, di çarçoveya bernameya parvekirina 160 hezar penaberan di nava 2 alan de li nava welatên YE, bi awayekî sembolîk bi qasî 30 penaber ji Luksemboûrgê re hatibûn şandin.
Syrîza dixwaze Yekîtiya Ewropa li Yewnanîstanê penaberan pêşwazî bike û ji bo qeydkirina wan alîkariya madî bide. Ji destpêka vê salê û vir ve, hejmara penaberên di ser Yewnanîstanê re derbasî nava welatên Yekîtiya Ewropayê bûne, nêzî 600 hezarî ye. Beşeke mezin a ji penaberan ji meha Tîrmehê û vir ve hatine.