CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Li Sûdana Başûr 12 xebatên NY hatin revandin
Herî kêm 12 xebatên Neteweyên Yekbûyî (NY) ên li Sûdana Başûr wezîfeyê dikin, hatin revandin. Hat ragihandin ku hejmara leşkerên NY ên Bangladeşî yên duh di nava rojê de hatin revandin, 18 ye. -
Li Elmanyayê nîqaşa 'ji penaberan re li şûna pere, alîkariya xwarinê'
Li Elmanyayê, bi zêdebûna hejmara penaberên îsal hatin re, nêzîkatiyên populîst ên ji bo birîn alîkariya kêm a pere ya ji bo penaberan, zêde bûn. -
Di şerê navxweyî yê Sûdana Başûr de sûcê li dijî mirovahiyê
Li Sûdana Başûr ku di sala 2011'an de serbixwe bû, lê heman piştî 2 salan ket nava şerê navxweyî, rapora li ser sûcên li dijî mirovahiyê û sûcên şer ên li vî welatî hat aşkerakirin. -
Li Derya Spî û Egeyê drama penaberan dewam dike
Bi bandora payîzê re li Derya Spî drama penaberan zêde bû. -
Li 4 navendên Swîsreyê çalakiyên ji bo Kobanê
Di 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê de wê li 4 navendên Swîsreyê gel dakevin kolanan û bêjin ku ji nû ve avakirina Kobanê ya rûmeta mirovahiyê rizgar kir, kar û wezîfeya her kesî ye. -
Li gelek navendên Elmanyayê çalakiyên Kobanê
Di 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê de, mîna gelemperiay Ewropayê wê li gelek bajarên Elmanyayê jî meş werin lidarxistin. -
Senatoya Fransayê li pêşiya şertê zimanên hindikahî û herêmî bû asteng
Li Fransaye, ku wê di meha Kanûnê de hilbijartinên herêmî lê werin lidarxistin, senatorên rastgir, li pêşiya bicihanîna Şertê Zimanê Hindikahî û Herêmî yê Ewropayê bûn asteng. -
Li Misirê eleqeya ji bo tûra duyemîn a hilbijartinan kêm e
Li Misirê, dengdayîna ji bo tûra duyemîn a hilbijartinên parlamentê dewam dike. Di tûra yekemîn de rêjeya beşdariyê ji sedî 26,5 bû. Tê gotin ku rêjeya beşdariya tûra duyemîn wê kêmtir be. -
Li Lîbyayê helîkopterek hat xistin: Herî kêm 13 kes mirin
Li Lîbyayê, helîkopterek ji personelên leşkerî yên hikûmeta Trablûsê hat xistin. Di bûyerê de herî kêm 13 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Li Swêdê lingê protez ê kesekî bêmal hat dizîn
Li paytexta Swêd Stockholmê, lingê protez ê kesekî bêmal, ku li derve dijî, hat dizîn. -
Di ser Derya Spî re zêdeyî 700 hezar penaber hatin YE
Li gorî daneyên dawî yên ji aliyê UNHCR ve hatin weşandin, ji destpêka vê salê ve zêdeyî 700 hezar penaber di ser Derya Spî re xwe gihandine welatên Yekîtiya Ewropa (YE). -
Nîvê şêrên Afrîkayê wê di 20 salan de tine bibe
Di sedsala 20'an de, ji ber nêçirvanî û tinekirina qadên jiyanê, tê texmînkirin ku hejmara şêrên Afrîkayê ji 20 hezarî dakeve 10 hezarî. -
Kedkarên li Swêdê wê di gorê de teqawît bibin
Li Swêdê, hikûmeta koalîsyonê ya ji Sosyal Demokrat û Keskan amadekariyê dikin ku temenê teqawîtbûnê li şûna 65'an bike 67. -
Hovîtiya çeteyan a li Palmîra dewam dike
Çeteyên DAIŞ'ê, hovîtî û talana li bajarê antîk Palmîra, dewam dikin. Hat ragihandin ku çeteyan herî dawî 3 kes li nava bajêr qetil kirine û bi vê armancê çend ji stûnên dîrokî hilweşandine. -
Di erdheja Afganîstan-Pakîstanê de herî kêm 300 kes mirin
Hejmara mirovên di erdheja li Pakîstan û Afganîstanê de jiyana xwe ji dest dan, zêde dibe. Hat ragihandin ku li her du welatan herî kêm 300 kesan jiyana xwe ji dest dane. -
Li Afganîstan û Pakîstanê erdhej
Di erdheja li Pakîstan û Afganîstanê pêk hat hat diyarkirin ku zêdetirî 100 kesî jiyana xwe ji dest dane, gelek kes jî birîndar bûne. -
Fermandara FARC-EP Narîno: Em ê çekan teslîm nekin
Fermandara Hollandî ya Artêşa Gel-Hêzên Çekdarî yên Şoreşger ên FARC'ê (FARC-EP) Alexandra Narîno ku di heman demê endama Heyeta Aştiyê ye, hevdîtinên aştiyê yên bi dewletê re, ji me re nirxand. -
Li Afganîstanê erdhejek bi şîdeta 7,6'an rû da
Li bakurrojhilatê Afganîstanê, bi şîdeta 7,6'an erd hejiya. -
Dengên partiya Merkel piştî krîza penaberiyê kêm bûn
Dengên Angela Merkel û partiya wê CDU ku ji sala 2005'an û vir ve Elmanyayê bi rê ve dibe, piştî krîza penaberiyê her kêm dibin. -
Rapora Pêşketina Tirkiyeyê ya YE cara duyemîn hat taloqkirin
Rapora Pêşketinê ya ji aliyê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) ve tê amadekirin, balê dikişîne ser binpêkirinên dijwar ên mafên mirovan ên li Tirkiyeyê. Aşkerakirina raporê ji bo cara duyemîn hat taloqkirin. -
Li Fellûceyê 12 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin
Li Fellûceyê, di şerê navbera artêşa Iraqê û çeteyên DAIŞ'ê de, endamekî artêşê jiyana xwe ji dest da, 12 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin. -
Li Elmanyayê avahiyên bi têra sed hezaran penaberan bikin vala ne
Li Elmanyayê, pirsgirêka stargeh û lojmanan a ku bi hatina bi sed hezaran penaberan re ket rojeva welêt, tê gotin ku pirsgirêkek ewçend mezin nîne. -
Seferên balafiran ên navbera Rûsya û Ûkraynayê sekinînin
Krîza navbera Rûsya û Ûkraynayê gav bi gav kûrtir dikbe. Hat ragihandin ku seferên balafiran ên navbera her du welatan ji aliyê her du aliyan ve hatine qedexekirin. -
Santralên komira lînyît ên li Elmanyayê wê gav bi gav bên girtin
Li Elmanyayê, ji bo xwegihandina armancên 2020'an ên li ser avhewayê û derbasbûna nava çavkaniyên enerjiya paqij û dikare bê nûkirin, şîrketan û dewletê li hev kirin ku gav bi gav komira lînyît biterikînin. -
Bi deh hezaran penaber wê ji Elmanyayê bên dersînorkirin
Li Elmanyayê, di çarçoveya Qanûna Penaberiyê ya di hefteya bihurî de hat nûkirin, tê payîn ku hejmara dersînorkirinan zêde bibe. Tê plankirin ku dersînorkirin di rojên pêş de destpê bike.