Li Sûdana Başûr 12 xebatên NY hatin revandin

Herî kêm 12 xebatên Neteweyên Yekbûyî (NY) ên li Sûdana Başûr wezîfeyê dikin, hatin revandin. Hat ragihandin ku hejmara leşkerên NY ên Bangladeşî yên duh di nava rojê de hatin revandin, 18 ye.

Herî kêm 12 xebatên Neteweyên Yekbûyî (NY) ên li Sûdana Başûr wezîfeyê dikin, hatin revandin. Hat ragihandin ku hejmara leşkerên NY ên Bangladeşî yên duh di nava rojê de hatin revandin, 18 ye.

Serhildêrên li dijî Serokdewlet Salva Kîîr şer dikin, duh 18 leşkerên Bangladeşî yên di nava mîsyona NY d cih digirin revandibûn û ev leşker piştre serbest berda bûn.

Berdevkê NY Stephane Dûjarrîc jî da xuyakirin ku bi qasî 100 serhildêran bi çekên giran, li nêzî bajarê Malakalê herî kêm 12 xebatkarên NY revandine. Berdevk bang li Alîkarê berê yê Serokdewlet Rîek Machar kir ku ji bo serbestberdana xebatkarên NY, berpirsyariya xwe bi cih bîne.

Li Sûdana Başûr ku di sala 2011'an de ji Sûdanê qut bû û serxwebûna xwe îlan kir, ji sala 2013'an û vir ve di navbera hêzên Serokdewlet Salva Kîîr û alîgirên alîkarê berê yê Serokdewlet Rîek Machar de şerê navxweyî diqewime.

Ji bo bidawîkirina vî şerî di meha Tebaxê de peymana aştiyê hat morkirin, lê belê hînê ti pêşketinek nîne. Li Sûdana Başûr 12 hezar 500 leşker û polîs li ser navê NY wezîfeyê dikin.