Fermandara FARC-EP Narîno: Em ê çekan teslîm nekin
Fermandara Hollandî ya Artêşa Gel-Hêzên Çekdarî yên Şoreşger ên FARC'ê (FARC-EP) Alexandra Narîno ku di heman demê endama Heyeta Aştiyê ye, hevdîtinên aştiyê yên bi dewletê re, ji me re nirxand.
Fermandara Hollandî ya Artêşa Gel-Hêzên Çekdarî yên Şoreşger ên FARC'ê (FARC-EP) Alexandra Narîno ku di heman demê endama Heyeta Aştiyê ye, hevdîtinên aştiyê yên bi dewletê re, ji me re nirxand.
Ji Fermandarên FARC-EP û Endama Heyeta Aştiyê Narîno diyar kir ku hevdîtinên aştiyê li ber bi encambûnê ye. Narîno destnîşan kir ku di navbera çekdanîn û radestkirina çekan de cudahiyek heye. Ji bo "Pêvajoya Çareseriyê" ya li Tirkiyeyê jî Narîno diyar kir ku pêvajo ji ber dewletê qediyaye. Narîno got, "Kurd bi giştî, pêwîstî, hesret û daxwazên mirovan baş dizanin û van di dilê xwe de hîs dikin. PKK jî wê tevgera xwe ya li ser vê bingehê bidomîne."
Fermandara Hollandî ya Artêşa Gel-Hêzên Çekdarî yên Şoreşger ên FARC'ê (FARC-EP) Alexandra Narîno ku di heman demê endama Heyeta Aştiyê ye, hevdîtinên aştiyê yên bi dewletê re, ji me re nirxand.
Narîno got ku pêvajoya diyalogê ya Cotmeha 2012'an destpê kir piştî meha Mijdarê neqlî paytexta Kuba Havana bû bi awayî veguherî pêvajoya diyalogê veguherî muzakereyê îro jî hevdîtinên didomin ber bi dawiyê ve tên.
LI SER MASETÊ ÇI HAT AXAFTIN?
Hevdîtinên di navbera û dewleta Kolombiya de rewş çi ye? Hevdîtin didomin?
Erê didomin. Ev nêzî 3 sal in em hevdîtinan dikin. Bi qismî li ser pêşketina çandiniyê, tevlîbûna siyasî û trafîka tiryakê de 3 hevpeyman çêbûn. Di mijara mexdûriyetên ji ber şer rû dan û bidawîkirina pevçûnan de pêşketinên girîng çêbûn. Hevdîtin ku hê didomin di rojên dawî de têkildarî “qurbaniyên şer” de du hevpayman çêbûn. Yek mijara edaletê ya din jî li ser windayan e.
Heyeta we ya aştiyê ji çend kesan pêk tê? Serenavên muzakereyan çi ne?
Heyeta me li gor pêwîstiyan ji 30 jin û mêr pêk tê. Serenavên muzakereyan Pêşketina Çandî, Entegreya Çolberê, Tevlîbûna Siyasî, Dawiya Pevçûnan, Dermanên Derveyî Qanûnan, Qurbaniyên Şer, xala dawî jî pêkanîn û qanûnîkirina hevpeymanan e. Ev bingeha muzakereyê ne. Ev serenav ji aliyê hikûmet û FARC-EP ve hatin diyarkirin. Nîqaşên li ser van serenavan bi qasî salek û nîvekê dewam kirin. Hikûmetê heyeta xwe bi xwe diyar kir. Me jî wek FARC-EP heyeta xwe diyar kir.
Di serenavên we muzakere kirin de nermbûn a jî destjêberdan çêbûn?
Di aliyê leşkerî de wek encameke yê serketî û têkçûyî ku nîne hevdîtinên wiha tên meşandin û di hevdîtinên wiha de pêwîst e mirov timî bigihêje lihevkirinê. Me li Havana got, “Em naçin li ser maseyê şoreşê bikin”. Yanî ji bo Kolombiyaya Nû li ser asta aştiyê ava bikin em çûn. Ji bo em bêjin 'Bê kuştin destûr bidin em bikevin siyasetê’ em çûn. Bêguman di navbera her du aliyan de nakokiyek heye: nakokiya çîn. Ev carinan dibe sedema lihevnekirin, tansiyon û şkestinên demkî. Bi taybet dema edalet bû mijara gotinê hikûmetê xwest bi biryara yekalî vîzyona xwe pêk bîne. Û ev li ser me ferz kir. Lê me ji hikûmetê re got, ‘Ne ji ber em têk çûne li vir in. Ji bo ji aştî û edaleta civakî bawer in em li vir in. Ji ber vê hûn nikarin bên li vir pêkanînên li ser me çêbikin. Divê hûn bi me re lihev bikin.
'PÊWÎST E EFÛYA GIŞTÎ HEBE'
Di destê tevgera we de leşker, polîs û wezîfedarên din ên gelemperiyê hebûn. Di destê dewletê de jî gerîlayên FARC-EP, sempatîzan û hwd. hebûn. Di pêvajoya aştiyê de rewşa wan çi bû?
Niha hemû mehkûmên di destên me de hatine berdan. Eger bê bîra we tevgera me mehên bihurî general Alzate û çend wezîfedarên gelemperiyê di nav demeke kurt de serbest berda. Hikûmet di vê çarçoveyê de hê zêdetir ket rewşa nelihevkirinê. Di nav şert û mercên dij mirovatiyê de ji tevgera me nêzî 1500 girtî li girtîgehên dewletê hene. Di van rojên dawî de têkildarî başkirina rewşên ji ber îşkence, qerebalixî û îxmalên tenduristiyê rû didin tê axaftin. Bi awayekî vekirî pêwîst e hikûmet di hevpeymana aştiyê de efûkerê giştî be.
Rola çepa Kolombiya û saziyên civaka sivîl di vê pêvajoyê de çawa bû?
Hikûmet di vê pêvajoyê de ji destpêkê ve li hember tevlîbûna rêxistinên civakî û rêxistinên sivîl derket. Lê me ev red kir. Me hêdî hêdî ji hikûmetê re got ku aştî tenê di navbera her du aliyan de ava nabe. Me ji hikûmetê re got ku bandora vê pevçûnê ji piranî zêdetir li sivîlan kiriye. Û kêm be jî em hinekî fêm kirin. Saziyên civak sivîl bi pêşniyarên li ser înternetê re hatin şandin tevlî rûniştinên vekirî û formên li Havana bûn. Tevlîbûna wan di asta kilîdê de ye.
WÊ ÇEKAN BERDIN?
Bi pêşketinên dawiyê re ku tê gotin ku wê FARC-EP sala pêşiya me Nîsan-Gulan, 2016’an dest ji çekan berde. Eger çek bên berdan, wê rewşa gerîlayan çawa bibe?
Niha em li hemberî vê rewşê pêşniyaran pêş dixin. Rewşa me her kesî têkîldar dike. Em tevgerek polîtîk a ku bi hev ve girêdayî û ji bo pêşerojek baş a Kolombiya dixebitin. Ango piştî şerekî ji nîv sedsalê zêdetir, bila her kes vegere mala xwe ne çareseriye. Em wisa nafikirin. Em hewl didin ku tevgerek polîtîk bin û ava dikin û em ê ava bikin jî. Vê care tenê bê ku em çekan bikar bînin, em ê bikin.
Hin tevgerên çepgir ên Tirkiyeyê û cîhanê, Fermandar Komutan Timoleon Jimênez û Juan Manuel Santos destê hev girtin û çek berdan wek teslîmiyet nirxandin. Dema ev nirxandinan tê kirin jî bi taybet balê dikişînin ser peyama we ya piştî qetilkirina Fermandar Alfonso Cano…
Wek FARC-EP ji bo siyasetê me bikaranîna çekan rêya herî baş û şoreşgerî dît, me pê bawer kir û me dest bi têkoşîna çekdarî kir. Rejîmê zext û şîdet li ser me ferz dikir, me wiha dest bi têkoşîna çekdarî kir. Ji destpêkê ve yek ji alên me aştî ye. Plana me ya stratejîk ew bû ku bi rêya leşkerî an jî siyasî em karibin xwe bidin qebûlkirin û bigihêjin wê hêzê. Ez dikarim bibêjim ku me ev di asteke mezin de bi ser xist. Her wiha, eger em parçeyek ji vî gelî bin em nikarin behsa îxaneta bi gel bikin. Ger hûn ti rêyên din nehêlin, di xwezaya xwe de ev gel wê rêya çêkdarî tercîh bike. Gelên Kolombiya bi aştiyê ketin rê, di vê rêya şer a bê dawî de jî pir êş kişandin. Vê jî qîr dikin û tînin ser ziman. Eger em li hember van bangan ker bimana, wê demê em nikaribûn bibana artêşa gel. Wê demê em ê bibana artêşa dîktatortiyê.
Gerîla xwe ji bo vê pêvajoyê çawa amade kir? Çawa li dest ji çek berdanê dinêre?
Ji bo welat demokratîk bibe me bi sedan pêşniyar pêşkêş kir. Me pêşniyarên xwe ji bo her nuqteyên rojevê bi cih kir, ji bo welat, gel bibîne ku bê ka em çi dixwazin û em li çi digerin, me her tim weşand. Em zelal in ku em dest ji çekan bernadin û em çekên xwe teslîm nakin. Dest ji çekan berdan kavramek din e. Dema jiyana me ne di xeteriyê de be, em ê dest ji çekan berdin. Jê û şun de wê veger li rewşa berê bibe.
'LI TIRKIYEYÊ PÊVAJO JI BER DEWLETÊ BI DAWÎ BÛ'
Li Tirkiyeyê di navbera PKK’ê û dewleta Tirk de “Pêvajoya Çareseriyê” 2 salan berdewam kir. Ev pêvajo di 24’ê Tirmehê de bi konsepta şerê nû ya hikûmeta Tirk betal bû. Bi qasî we şopandiye hûn karin şîrove bikin?
Ji bo pêvajoyek muzakereyê îradeyên siyasî yên her du aliyan jî pêwîst in. Dewleta Tirk ev pêvajo wek teslîmiyeta PKK’ê dît. Ji ber vê jî xwe li ser PKK’ê ferz kir. Hikûmeta Tirk cudatiya di navbera şerê ji bo mafên polîtîk û civakî ya ku tevgerek polîtîk a ji aliyê civakek berfireh ve piştgiriya wê tê kirin dimeşîne û terorizmê de fêm nekir.
Divê tevahî tevgerên gerîla, civakî û polîtîk ên welatan bi xwe rêya xwe bibînin. Mirov dikare ji pêvajoyên din jî sûdê wergire. Lê kes nikare heman şiklî pêk bîne. Ji ber ku her çiqasî dînamîk dişibin hev jî cudatî di navberê wan de hene. Kurd bi temamî pêdivî, hesret û daxwazên mirovan dizanin û vê di dilê xwe de hîs dikin. Wê PKK’e jî li ser van esasana jixwe tevgera xwe bidomîne.
Piştî Fermandar Alfonso Cano hate qetilkirin, bî îdîaya ez dikarim FARC-EP bi dawî bikim bû serokê dewletê, niha hûn hevdîtinên aştiyê bi yekî ku ji we re gotibû, ‘teslîm bibin, an jî wê dawiya tevahiya goristan be” re dikin. Bi yekî wiha re hevdîtinên aştiyê meşandin hîsêkî çawa dide avakirin?
Rastî jî diyar dikin ku hin alternatîfên din hene. Rastiya tevlîbûna polîtîkayê, şerê edaletê yê fikran û civakî. Hisekî çawa? Erênî, xwesteka ku pêşveçûna pêşerojê û avakirina welat. Fermandarê me Alfonso Cano bi pêdiviya aştiya bi bawer bû. Em dizanin ku em xwestekên wî bi cih tînin û ev dihêle ku em bi awayekî zêde bi xwe bawer bin.
(Werger: Tûğçe Bal Tekîn)