Li Fellûceyê 12 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin

Li Fellûceyê, di şerê navbera artêşa Iraqê û çeteyên DAIŞ'ê de, endamekî artêşê jiyana xwe ji dest da, 12 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin.

Li Fellûceyê, di şerê navbera artêşa Iraqê û çeteyên DAIŞ'ê de, endamekî artêşê jiyana xwe ji dest da, 12 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin.

Fermandarê Operasyonên Enbarê Tûggeneral Cemal ed-Dûleymî diyar kir ku li herêma Es-Sûbeyhat a li bakurê bajêr û El Heyakîl a li El-Heyakîl a li başûr, li hemberî 2 nuqteyên yekîneyên artêşê êrîş hatine kirin.

Hat ragihandin ku di şerê ji ber êrîşê rû da de endamekî artêşê miriye, 4 jî birîndar bûne. Dûleymî diyar kir ku di vî şerî de 3 jê sekvan, 12 çete hatine kuştin.