Bi deh hezaran penaber wê ji Elmanyayê bên dersînorkirin

Li Elmanyayê, di çarçoveya Qanûna Penaberiyê ya di hefteya bihurî de hat nûkirin, tê payîn ku hejmara dersînorkirinan zêde bibe. Tê plankirin ku dersînorkirin di rojên pêş de destpê bike.

Li Elmanyayê, di çarçoveya Qanûna Penaberiyê ya di hefteya bihurî de hat nûkirin, tê payîn ku hejmara dersînorkirinan zêde bibe. Tê plankirin ku dersînorkirin di rojên pêş de destpê bike. Bi tenê li paytext Berlînê, tê payîn ku bi qasî 9 hezar penaber werin dersînorkirin.

Bi Qanûna Penaberiyê ya Nû re, ku duh di rojnameya fermî de hat weşandin û wê di 1'ê Mijdarê de bikeve meriyetê, tê xwestin ku beşeke girîng a ji 600 hezar panberên ku îsal hatin Elmanyayê werin dersînorkirin. Bi vê qanûnê re wê pêşî li kar û barên dersînorkirina penaberên serlêdana wan a penaberiyê hatiye redkirin bê vekirin û alîkariya civakî ya ji van kesan re tê dayîn, bê qutkirin.

Serokê Daîreya Serokwezaretiyê yê ji Partiya Yekîtiya Demokrat a Xiristiyan (CDU) Peter Altmaîer der barê mijarê de daxuyanî da û diyar kir ku bicihanîna qanûna nû beriya 1'ê Mijdarê 'sînyaleke erênî ye'.

Endamekî din ê CDU Wezîrê Karên Hundir ê Federal Thomas de Maîzîere jî anî ziman ku bi hevkariya eyaletan re wê dersînorkirin bi lez û bez were kirin. Maîzîere diyar kir ku di vê çarçoveyê de li gelek bajaran, ji bo dersînorkirina komî balafir hatine amadekirin.

Tê gotin ku hejmara penaberên werin dersînorkirin bi deh hezaran e. Li gorî agahiyên ji aliyê radyoya Rbb ve hatin dayîn, bi tenê li paytext Berlînê 9 hezar penaber bi dersînorkirinê re rû bi rû ne.

Par 203 hezar serlêdanên penaberiyê li Elmanyayê hatibûn kirin û hat ragihandin ku ji destpêka vê salê û vir ve zêdeyî 600 hezar penaberan xwe gihandin Elmanyayê. Tê zanîn ku beşeke girîng a ji van penaberan hînê serlêdana penaberiyê nekirine. Her wiha tê texmînkirin ku beşeke girîng a ji van penaberan dixwazin derbasî welatên Rojava û Bakurê Ewropayê bibin.