Li Elmanyayê avahiyên bi têra sed hezaran penaberan bikin vala ne

Li Elmanyayê, pirsgirêka stargeh û lojmanan a ku bi hatina bi sed hezaran penaberan re ket rojeva welêt, tê gotin ku pirsgirêkek ewçend mezin nîne.

Li Elmanyayê, pirsgirêka stargeh û lojmanan a ku bi hatina bi sed hezaran penaberan re ket rojeva welêt, tê gotin ku pirsgirêkek ewçend mezin nîne. Balkêş e ku li eyaleta Rehînland-Pfalzê bi tenê 80 hezar avahiyên vala hene.

Rojnamevanê navdar û rexnegirê mîmaarî Dankwart Gûartzsch ê ji rojnameya Dîe Welt re dinivîsîne, diyar kir ku li şûna avakirina avahiyên ne kêrhatî û ne li gorî mîmariya bajaran, xanî û daîreyên heyî yên vala divê werin bikaranîn.

Gûratzsch da xuyakirin, ku li gelek eyaletên welêt bi deh hezaran avahî, daîreyên apartmanan û xaniyên bi serê xwe yên nayên bikaranîn hene û destnîşan kir, ku ji bo penaberan pêwîstî bi avahiya herêmên nû nîne. Gûratzsch bibîr xist ku li navendên bajarên mezin ên Elmanyayê avahiyên vala hene û da zanîn li gelek gund û bajarên biçûk jî avahiyên vala gelek in.

Nivîskarê Dîe Welt ragihand, ku li gorî agahiyên meqamên fermî û odeyên pîşeyî, bi tenê li eyaleta Rheînland-Pfalzê 80 hezar xaniyên vala hene. Her wiha li bajarê Leîpzîg ê li aliyê rojhilat 22 hezar, li bajarê Dûîsbûrg ê li eyaleta Nordrheîn-Westfalenê bi qasî 14 hezar xanî vala ne.

Dankwart Gûartzsch anî ziman ku bi tenê ji bo penaberên li eyaleta Nordrheîn Westfalenê, ji bo çêkirina avahiyên nû budçeyek ji 100 mîlyon euroyî tê xwestin û diyar kir ku wê bi giştî 200 mîlyon euro li înşeatê bê xerckirin.