Li Afganîstan û Pakîstanê erdhej

Di erdheja li Pakîstan û Afganîstanê pêk hat hat diyarkirin ku zêdetirî 100 kesî jiyana xwe ji dest dane, gelek kes jî birîndar bûne.

Di erdheja li Pakîstan û Afganîstanê pêk hat, hat diyarkirin ku zêdetirî 100 kesî jiyana xwe ji dest dane, gelek kes jî birîndar bûne.

Li bakur rojhilatê Afganîstanê û Pakîstanê li gor pîvana Rîchter bi pêla 7, 5 erdhejeke pêk hat. Tê diyarkirin ku navenda erdhejê rêzeçiyayên Hîndîkûş e.

Li bakurê Afganîstan herêma Taloqan di dibistanekê de ji ber sedema erdhejê di encama îzdihama ku rû da 11 xwendekaran jiyana xwe ji dest dan. Li Nangarhar 7, Nursîtan 2 û Kunar ji 3 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li paytexta Afganîstanê Kabîlê ji ber erdhejê gelek avahî zerar dîtin, hat zanîn ku mirî û birîndar tine.