Santralên komira lînyît ên li Elmanyayê wê gav bi gav bên girtin

Li Elmanyayê, ji bo xwegihandina armancên 2020'an ên li ser avhewayê û derbasbûna nava çavkaniyên enerjiya paqij û dikare bê nûkirin, şîrketan û dewletê li hev kirin ku gav bi gav komira lînyît biterikînin.

Ji şîrketên sereke yên enerjiyê yên Elmanyayê RWE, Vattenfal û Mîbrag plan dikin ku ji Cotmeha 2016'an û pê ve gelek santralên xwe yên komira lînyît bigirin. Li gorî vê planê wê heta Cotmeha sala 2019'an santral gav bi gav werin girtin û ji wê demê û pê ve hilberîna vê komirê bê betalkirin.

Ev şîrketên enerjiyê, ji bo tevlî bernameyên veguherînê yên li Elmanyayê bibin, wê hewl bidin çavkaniyên xwe yên enerjiyê ji enerjiya dikare bê nûkirin, peyda bikin.

Li gorî daxuyaniya ji aliyê Wezareta Enerjî û Aboriyê ya Federal ve hat dayîn, Wezîr Sîgmar Gabrîel û şîrketên enerjiyê li hev kirine, ku santralên hilberîna elektrîkê ji komira lînyît, bên girtin.

Li gorî vê peymana ku divê ji aliyê Desteyên Rêveber ên şîrketên RWE, Vattenfall û Mîbrag ve were erêkirin, wê enerjiya 2,7 gîgawatt a ji komira lînyît tê bi destxistin, bê terikandin. Ev yek jî tê wê wateyê ku her sê şîrketan yek, ji sedî 13 ê enerjiya xwe ya giştî biterikînin.

Bi terikandina komira lînyît re Elmanya dixwaze, ku xwe bigihîne armancên xwe yên heta 2020'an ên ji bo kêm kirina gaza karbondîoksîtê (CO2). Bi vî rengî wê pêşî li belavbûna 12,5 mîlyon ton CO2 bê girtin.