Hovîtiya çeteyan a li Palmîra dewam dike
Çeteyên DAIŞ'ê, hovîtî û talana li bajarê antîk Palmîra, dewam dikin. Hat ragihandin ku çeteyan herî dawî 3 kes li nava bajêr qetil kirine û bi vê armancê çend ji stûnên dîrokî hilweşandine.

Li gorî agahiyên ji aliyê Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) a li Londonê, çeteyan ji bo înfazê stûnên bajarê antîk bi kar anîne. SOHR'ê diyar kir ku çeteyan 3 kes bi stûnan ve girê dane û stûn bi teqandina bombeyan hilweşandine û bi vî rengî her sê kes qetil kirine.
Hat ragihandin ku piştî vê komkujiya hovane, çeteyan ketina bajarê antîk girtine.
Çeteyên DAIŞ'ê di meha Gulanê de bajarê Palmîra yê antîk dagir kiribûn û dest bi hilweşandina avahiyên dîrokî yên li vir kiribûn.