Rapora Pêşketina Tirkiyeyê ya YE cara duyemîn hat taloqkirin

Rapora Pêşketinê ya ji aliyê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) ve tê amadekirin, balê dikişîne ser binpêkirinên dijwar ên mafên mirovan ên li Tirkiyeyê. Aşkerakirina raporê ji bo cara duyemîn hat taloqkirin.

Rapora Pêşketinê ya ji aliyê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) ve tê amadekirin, balê dikişîne ser binpêkirinên dijwar ên mafên mirovan ên li Tirkiyeyê. Aşkerakirina raporê ji bo cara duyemîn hat taloqkirin. Rojnameya Elman Dîe Welt da xuyakirin, ku Rapora Pêşketinê ya niha di asta pêşnûmeyê de ye, di gelek serenavên weke pirsgirêka Kurd, têkiliyên bi DAIŞ'ê re û zextên li hemberî mûxalîfan, rexneyên giran li Tirkiyeyê tên kirin û da zanîn ku rapor wê piştî hilbijartinê bê aşkerakirin.

Di pêşnûmeya raporê de tê destnîşankirin, ku mijara herî zêde li ser tê rawestîn azadiya ramanê, mafê xwepêşandan û civînê ye ku di vî warî de Tirkiye bi paş ve çûye.

Di rapora YE de tê ragihandin ku li Tirkiyeyê mafên kesayetên LGBT'yî bi têrkerî nayên parastin.

'BI KURDAN RE LI PÊVAJOYA AŞTIYÊ VEGERIN, TÊKOŞÎNA LI DIJÎ DAIŞ'Ê BI BIRYARDARÎ BIDOMÎNIN'

Di nava mijarên ku komîsyon di raporê de rexneyan li Tirkiyeyê dike de, polîtîkayên şîdet û zextê yên AKP di pirsirêka Kurd de dimeşîne û hevkariya bi çeteyên DAIŞ'ê re heye.

Di raporê de bang li Tirkiyeyê tê kirin ku li pêvajoya çareseriya bi Kurdan re vegere û li dijî çeteyên DAIŞ'ê jî 'têkoşîneke biryardar' bimeşîne.

Balkêş e ku rapora YE ya li ser muzakereyên endametiya Tirkiyeyê her sal tê aşkerakirin, îsal di dema hatiye diyarkirin de nayê aşkerakirin. Tê gotin ku ji bo rapor di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de bandoreke neyînî li ser AKP'ê neke, hatiye taloqkirin.

Ev biryara taloqkirina aşkerakirinê, heman piştî hevdîtina Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel a bi Erdogan re hat dayîn, ku di vê hevdîtinê de Erdogan xwest krîza penaberiyê ji bo xwe veguherîne firsendekê.