Dengên partiya Merkel piştî krîza penaberiyê kêm bûn
Dengên Angela Merkel û partiya wê CDU ku ji sala 2005'an û vir ve Elmanyayê bi rê ve dibe, piştî krîza penaberiyê her kêm dibin.

Partiyên CDU-CSU ku di hilbijartinên dawî yên Îlona 2013'an de ji sedî 41,5 ê dengan stend, dengên wan li gorî anketan daketiye rêjeya ji sedî 36'an. Li gorî anketa dawî ya ji aliyê şîrketa bi navê Emnîd ve hat weşandin, ji sala 2012'an û vir ve dengên CDU-CSU ewçend kêm bûye.
Di heman anketê de hat ragihandin ku rêjeya dengên Partiya Sosyal Demokrat (SPD) a hevkarê desthilatdariyê ye ji sedî 26, dengên Partiya Keskan û Partiya Çep (Dîe Lînke) jî ji sedî 10 e. Dengê partiya bi navê Ji bo Elmanyayê Alternatîf (AfD9 a bi polîtîkayên xwe yên dijberiya Euro û populîst tê naskirin, ji sedî 7 e.
Di anketên şîrketên din de jî xuya dibe ku dengên CDU-CSU kêm dibin. Li gorî anketa INSA partiya Merkel ji sedî 37, li gorî şîrketên Forsa, Allensbach û Infratest-Dimap jî ji sedî 38 e.