Di şerê navxweyî yê Sûdana Başûr de sûcê li dijî mirovahiyê

Li Sûdana Başûr ku di sala 2011'an de serbixwe bû, lê heman piştî 2 salan ket nava şerê navxweyî, rapora li ser sûcên li dijî mirovahiyê û sûcên şer ên li vî welatî hat aşkerakirin.

Li Sûdana Başûr ku di sala 2011'an de serbixwe bû, lê heman piştî 2 salan ket nava şerê navxweyî, rapora li ser sûcên li dijî mirovahiyê û sûcên şer ên li vî welatî hat aşkerakirin. Li gorî raporê, aliyên şerê navxweyî sûcên kuştinê, îşkence, destavêtin, şewitandina gundan û kanîbalîzmê, kirine. 

Li gorî rapora ku di encama lêkolînên heyeta Yekîtiya Ewropayê (AU) şand Sûdana Başûr de hat amadekirin, aliyên şerê navxweyî li dijî sivîlan di asteke cidî de sûcên li dijî mirovahiyê dikin.

Li gorî rapora heyeta bi serokatiya serokdewletê berê yê Nîjeryayê Olûsegûn Obasajo, di şerê navxweyî de li dijî sivîlan sûcên li dijî mirovahiyê yên weke kuştin, îşkence, destavêtin, şewitandina gundan û kanîbalîzm tên kirin. Di raporê de hat ragihandin ku alîgirên Serokdewlet Salva Kîîr û Alîkarê wî yê berê Rîek Machar, ev sûc kirine û hat destnîşankirin, ku bi taybetî li herêma bentîû ya li bakur, sûcên giran hatine kirin.

Di raporê de hat diyarkirin ku li gelek herêman gorên komî hene û hatiye dîtin ku wicûdê gelek qurbanan hatine parçekirin. Hat destnîşankirin ku hin ji qurbanan îşkence dîtine, li hin cihan jî hatine revandin.

Di raporê de hat îdîakirin ku her çend şerê navxweyî pêwendiya xwe bi pirsgirêkên di navbera gelên Dînka û Nûer re heye jî, behsa qirkirinekê nikare bê kirin.

Di şerê li Sûdana Başûr de, ku di sala 2013'an de dijwar bû heta niha bi deh hezaran mirovan jiyana xwe ji dest dane û li vî welatê nifûsa xwe 12 mîlyon e, 2,2 mîlyon mirov neçarî koçberiyê hatin hiştin. Ji ber şerê navxweyî beşeke girîng a gel bi birçîbûnê re rû bi rû ye.

Ji bo bidawîrkirina şerê navxweyî bi hewldanên Neteweyên Yekbûyî û welatên Afrîkayê gelek caran agirbest hat îlankirin, lê piştî her agirbestê şer dîsa destpê kir. Peymana ku di vê çarçoveyê de di meha Tebaxê hat morkirin, hînê neketiye meriyetê.