CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Partiyên siyasî yên li Swîsreyê wê li dijî komkujiya Enqereyê bimeşin
Bi armanca şermezarkirina komkujiya Enqereyê, wê bi pêşengiya Partiya Sosyalîst (SP), Partiya Keskan û BASTA yên Swîsreyê, meşeke navendî bê lidarxistin. -
ANC'ê, 4. civîna Konseya Giştî ya Neteweyî pêk anî
Kongreya Neteweyî ya Afrîkayê (ANC), 4. civîna Konseya Giştî ya Neteweyî pêk anî. -
Ji FPO a nîjadperest nehat Viyanayê bi dest bixe
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, ku rastgirên tund dixwazin destpêkê vê derê bi dest bixin, Partiya Sosyal Demokrat (SPO), tevî ku rêjeyeke cidî ya dengan winda kir jî, bi ser ket. -
Swêdê komkujî şermezar kir û banga vegera li hevdîtinên aştiyê kir
Wezîra Karên Derve ya Swêdê Margot Wallstrom bi daxuyaniyeke nivîskî, êrîşa li hemberî meşa aştiyê ya li Enqereyê şermezar kir û bang li hikûmeta AKP'ê û PKK'ê kir ku li hevdîtinên aştiyê vegerin. -
Rûsya: Koma dixwest li Moskowayê êrîşê bike hat girtin
Komîteya Antî-Terorê ya Neteweyî ya Rûsyayê da xuyakirin, ku endamên komeke kêm mabû li welêt êrîşa terorê bikin, hatin zevtkirin. -
Lûkaşenko 'dîsa' bû serokkomar
Di hilbijartinên serokkomariyê yên duh ên li Rûsya Spî de, mîna ku dihat hêvîkirin ti surprîz derneket. Aleksander Lûkaşenko yê ku 21 sal in wezîfeya serokkomariyê dimeşîne, zêdeyî ji sedî 80 ê dengan stend. -
Li Swêdê, ji bo penaberan pêwîstî bi avahiyan heye
Li Swêdê, hejmara penaberan ku ji destpêka salê ve gihaştiye 73 hezarî, tê texmînkirin ku bi zêdebûna hefteyên dawî re heta dawiya salê bigihêje 150 hezarî. -
Bîlançoya havîna germ a li Fransayê: Bêhtirî 3 hezar 300 mirin
Li Fransayê, ku germa îsal dijwar bû, hat ragihandin ku di nava 40 rojan de zêdeyî 3 hezar 300 mirov ji rewşa normal bêhtir mirin. -
Bi qasî nîvê penaberên hatin Elmanyayê serlêdana penaberiyê nekirin
Yek ji welatên Ewropayê, ku di meha Tebaxê de hejmareke zêde penaberan xwe lê girtin, Elmanya ye. Hejmara penaberên di meha Îlonê de gihîştin Elmanayê hatin aşkerakirin. -
Li Fîlîstînê herî kêm 7 kes hatin qetilkirin
Alozî û pevçûnên navbera Fîlîstîniyan û şêniyên Yahûdî û leşkerên Îsraîlê, ku roja 1'e Cotmehê destpê kirin, her dijwar dibin. -
Li Plutonê av û ezmanê şîn
Encamên çavdêriyên peyka NASA ya bi navê New Horîzons (Asoyên Nû) yên li ser Plutonê, ku ev gerstêrk di nava kategoriya gerstêrkên biçûk de tê dîtin, tên aşkerakirin. -
Polîsên Swêdê êrîşî penaberên Fîlîstînî kirin
Penaberên Fîlîstînî yên ji zilma dewleta Îsraîlê reviyan û xwe li Swêdê girtin, vê carê jî rastî êrîşa polîsên Swêdê hatin. -
NASA, encamên lêkolînên Curiosity a li Marsê aşkera kir
Encamên analîzên pêgera Curiosity û pêgera keşfê ya li dora Marsê (Reconnaissance Orbiter MRO) yên ku NASA şand ji Marsê re, nîşan didin ku mîqdara ava li 'gerstêrka sor' ji texmînên beriya niha gelekî zêdetir e. -
Hejmara miriyan a li Gûatemala gihîşt 220 kesan
Li Gûatemala yê, bîlançoya drama însanî ya ji ber şemitîna erd a di hefteya derbasbûyî de rû da, giran dibe. -
Ji bo têkoşîna li dijî germbûna global, fonên pêwîst hînê kêm in
Di kombûna Civata Giştî ya li paytexta Perû Lîmayê bi hevkariya IMF-Banka Cîhanê hat lidarxistin de Chrîstîne Lagarde axivî û diyar kir, ku dem hatiye 'baceke karbon' a li gelemperiya cîhanê derbasdar be, bê ferzkirin. -
Li Portekîzê pêkhatina koalîsyona çep hînê pêkan e
Li Portekîzê, piştî hilbijartinên roja Yekşemê, dibetiya kaolîsyona di navbera partiyên çep de, xwe nîşan da. -
Fransa 5 Fasî û Tirkên endamê El Qaîdeyê, ji welatîbûnê derdixîne
Fransa, pêkanîna xwe ya wergirtina mafê welatîbûnê ji kesên tevlî sûcên terorê û komkujiyan bûye, dixe meriyetê. -
46 hezar girtiyên li girtîgehên federal ên DYA zû tên berdan
Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), biryara ji bo berdana zû ya beşek ji 206 mehkûman, dikeve meriyetê. -
Schroder: Divê YE pêkanînên xwe yên li hemberî Rûsyayê sist bike
Serokwezîrê berê yê Elmanyayê Gerhard Schroder, der barê nîqaşên bi destwerdana Rûsyayê li Sûriyeyê re destpê kirin de xwest, pêkanînên li hemberî Moskowê bên rakirin. -
Konferansa Okyanûsê: Masîgiriya îllegal û endurstriyî, tine dike
Konferansa bi navê "Okyanûsa Me" ya li bajarê Viña del Mar ê Şîlî bi beşdariyeke xurt hat lidarxistin, du rojan dewam kir -
Ji mexdûrên Deepwater Horîzon re wê 20 mîlyar dolar bê dayîn
Li ser mijara gemarîbûna hawirdorê ya ji ber teqîna li platforma Deepwater Horîzon a şîrketa Brîtîsh Petroleûn (BP) a sala 2010'an de rû da, aliyan li hev kirin. -
Li Iraqê 3 teqîn: 63 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li Iraqê di encama êrîşên bi wesayîtên bombebarkirî de herî kêm 63 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Piraniya wesayîtên bi fen ên Volkswagen li Ewropayê ne
Li ser skandala emîsyonê ya di wesayîtên bi motora dîzel ên Volkswagen de derket holê, hejmarên nû tên dayîn. -
Mezinbûna aboriya Yewnanîstanê, herî zû wê di 2017'an de pêk were
Syrîza û Anel ên ku piştî hilbijarinên 20'ê Îlonê careke din koalîsyon pêk anîn, muzakereyên xwe yên di çarçoveya paketa alîkariya bi Herêma Euro re li ser li hev kiriye, didomînin. -
Alîkariyên ji KNS re tên kirin diçin ji rêxistina terorê El Nûsra re
Rojnameya Proletaeren a li Swêdê tê weşandin da xuyakirin, ku alîkariyên bi rêya KNS tên kirin, ji baskê El Qaîdeyê El Nûsra diçe, ku ev rêxistin ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve weke rêxistina terorê tê dîtin.