NASA, encamên lêkolînên Curiosity a li Marsê aşkera kir

Encamên analîzên pêgera Curiosity û pêgera keşfê ya li dora Marsê (Reconnaissance Orbiter MRO) yên ku NASA şand ji Marsê re, nîşan didin ku mîqdara ava li 'gerstêrka sor' ji texmînên beriya niha gelekî zêdetir e.

Encamên analîzên pêgera Curiosity û pêgera keşfê ya li dora Marsê (Reconnaissance Orbiter MRO) yên ku NASA şand ji Marsê re, nîşan didin ku mîqdara ava li 'gerstêrka sor' ji texmînên beriya niha gelekî zêdetir e.

Di mînakên ji lêkolînên li Kratera Gale ya li herêma ekvatoryal a Marsî de hat tespîtkirin, ku li vê herêmê, di dema navbera 10 hezar heta 10 mîlyon sal berê de, av berhev bûye.

Hat aşkerakirin ku bixuşk û xîza li vê herêmê, bi çemên li vê herêmê re be bi başûr ve hatine birin û dûre li golan berhev bûne. Li gorî tespîtên Curiosity, ev sîstemên avê, beriya bi mîlyonan salan çêbûne û ji çavkaniyên avê yên binê erdê yên hevpar, xwe xwedî kirine.

Her çend Mars di roja îro de mîna çola ji xîze ya ziwa û sar tê dîtin jî, lêkolînên heta roja îro hatine kirin nîşan didin, ku gerstêrka sor, berê xwedî avhewayeke nerm bû. Her wiha tê fêmkirin ku gerstêrk xwedî atmosferkee bêhtir girtî bûye û ava lê, ji texmînên heta roja îro gelekî zêdetir bûye. Rewşa erdnîgarî û hebûna cemedên li binê erdê yên li Marsê, tezên li ser hebûna avê li gerstêrkê, xurttir dikin.

PIRSA 'AV BI KU VE ÇÛ?' HÎNÊ BÊ BERSIV E

Yek ji girîngtirîn pirsên di çavdêriyên li Marsê de bêbersiv maye jî ew e, ku piraniya ava li ser rûyê gerstêrkê hatiye tespîtkirin, bi ku ve çûye? Tê texmînkirin ku di mehên havînê de kêm be jî av heye û ji ber ku ev av li gorî ava heyî gelekî şor e, li gorî ava normal derengtir dibe qeşa.

Endama Zanîngeha Ûtahê Majorîe Chan di gotara xwe ya li kovara Science de ragihand ku avabûna Marsê dişibe ya cîhanê û diyar kir ku ava li gerstêrka me jî beriya niha bi 3,5 mîlyar salan xwedî gelek cûreyên mîkroban bû. Chan da xuyakirin, ku her çend delîl nebe jî, gelek nîşane hene ku nîşan didin li Marsê jiyan heye.