Rûsya: Koma dixwest li Moskowayê êrîşê bike hat girtin
Komîteya Antî-Terorê ya Neteweyî ya Rûsyayê da xuyakirin, ku endamên komeke kêm mabû li welêt êrîşa terorê bikin, hatin zevtkirin.

Li gorî daxuyaniya komîteyê, endamên koma dixwest li paytext Moskowayê êrîşê bikin, li rojavayê Moskowayê di encama operasyonekê de hatine binçavkirin. Hat ragihandin, ku operasyon di encama hin lêpirsînên hêzên ewlekariyê beriya niha dimeşandin de, pêk hatiye.
Li gorî agahiyên ji aliyê ajansa nûçeyan a fermî TASS ve hatiye dayîn, li apartmana kesên hatin binçavkirin lê bûn, bombeyek ji 4 kîlo teqemeniyê hatiye dîtin.
Rayedarên Rûs aşkera nekirin ku kesên di operasyonê de hatine binçavkirin ji kîjan rêxistinê ne û hejmara wan çiqas e.
Rûsya ev 10 roj in, di serî de li hemberî çeteyên DAIŞ û El Nûsra yên li Sûriyeyê li dijî gelek rêxistinan bomberdûmanê dike. Gumana êrîşa terorîstî ya li hemberî Rûsyayê di vê dema dawî de ketibû rojevê.