Li Plutonê av û ezmanê şîn

Encamên çavdêriyên peyka NASA ya bi navê New Horîzons (Asoyên Nû) yên li ser Plutonê, ku ev gerstêrk di nava kategoriya gerstêrkên biçûk de tê dîtin, tên aşkerakirin.

Encamên çavdêriyên peyka NASA ya bi navê New Horîzons (Asoyên Nû) yên li ser Plutonê, ku ev gerstêrk di nava kategoriya gerstêrkên biçûk de tê dîtin, tên aşkerakirin. Hat ragihandin, ku piştî Marsê li Plutonê jî av bi awayekî qeşayî hatiye dîtin. Her wiha xuyaye ezmanê vê gerstêrka biçûk jî, şîn e.

Tevî ku parçikên ewrê ji mij ê Plutonê grî gewr an jî sor in jî, ji ber şewqa ronahiyê şîn xuya dikin. Bi vî rengî, derket holê ku piştî Cîhanê, li Pluton a li aliyê din ê Sîstema Rojê, xwedî ezmanê şîn e.

Lêkolînera NASA'yê Carly Howett der barê encamên analîzan de axivî û diyar kir ku partîkul (parçik) li dora Pluton vediguherin ewrê şîn û bi tîrêjên rojê re rengê xwe diguhere. Howett bibîr xist ku parçikên azotê yên li cîhanê tên dîtin, bi pevgihaştina tîrêjên rojê re derdikevin holê û ragihand, ku parçikên li Plutonê hîn mezintir in. Howett da zanîn ku ev parçikên li dora Plutonê, dibe ku ji hevgirtina azot û metanê pêk tên.

Yek ji encamên girîng ku New Horîzons bi gera xwe ya li dora Plutonê re derxist holê, dibetiya hebûna avê ye. Bi rêya sepktromtreyên ji tîrêjên gamma yên di pêgera fezayî re, hat tespîtkirin ku li Plutonê ava qeşagirtî heye.

Ji zanyarên vê lêkolînê Jason Cook anî ziman ku li beşeke mezin a rûyê erdê yê Plutonê de av nehatiye dîtin û sedema vê yekê jî; dibe ku ava qeşagirtî bi elementên din ên mîna avê qeşa girtine, hatibe nixumandin. Cook diyar kir ku li cihê ava qeşayî hatiye dîtin jî, pirsên li ser hebûna avê li van cihan, nehatine bersivandin. Ji ber ku li cihên av lê hatiye dîtin, hemû bi rengê sor e, lêkolîner matmayî mane.

Pluton a bi 5 mîlyar kîlometre dûrî cîhana me ye, bi dehan salan weke yek ji gerstêrkên di nava Sîstema Rojê de dihat qebûlkirin. Ji sala 2006'an û vir ve jî weke gerstêrka biçûk tê dîtin.