Partiyên siyasî yên li Swîsreyê wê li dijî komkujiya Enqereyê bimeşin
Bi armanca şermezarkirina komkujiya Enqereyê, wê bi pêşengiya Partiya Sosyalîst (SP), Partiya Keskan û BASTA yên Swîsreyê, meşeke navendî bê lidarxistin.

Ji bo şermezarkirina êrîşa bombeyî ya li hemberî Mîtînga Aştiyê ya li Enqereyê, bi pêşengiya Partiya Sosyalîst, Kesk û BASTA yên Swîsreyê, wê li Baselê meşek bê organîzekirin. Meş wê 14'e Cotmehê roja Çarşemê saet di 17:30 de li Basel Dreîrosen Park'ê destpê bike.
Komîteya Amadekar a Meşê, ji bo şermerzarkirna komkujiya ji aliyê dewletê ve li Enqereyê hat kirin û qîrîna dengê aştiyê, bang li her kesî kir ku beşdarî meşa roja Çarşemê bibe.