Bi qasî nîvê penaberên hatin Elmanyayê serlêdana penaberiyê nekirin
Yek ji welatên Ewropayê, ku di meha Tebaxê de hejmareke zêde penaberan xwe lê girtin, Elmanya ye. Hejmara penaberên di meha Îlonê de gihîştin Elmanayê hatin aşkerakirin.
Yek ji welatên Ewropayê, ku di meha Tebaxê de hejmareke zêde penaberan xwe lê girtin, Elmanya ye. Hejmara penaberên di meha Îlonê de gihîştin Elmanayê hatin aşkerakirin.
Yek ji welatên Ewropayê, ku di meha Tebaxê de hejmareke zêde penaberan xwe lê girtin, Elmanya ye. Hejmara penaberên di meha Îlonê de gihîştin Elmanayê hatin aşkerakirin. Li gorî vê yekê di meha Îlonê de 164 hezar penaber hatin, lê bi tenê 43 hezaran ji van serlêdana penaberiyê kirine.
Li gorî daneyên dawî yên Daîreya Penaber û Koçberiyê ya Federal (BAMF), ji destpêka vê salê ve 577 hezar penaberan xwe li Elmanyayê girtine, lê hejmara penaberên serlêdana penaberiyê kirine, 330 hezar e.
Hat ragihandin ku di nava meha Îlonê de 164 hezar penaberan xwe li Elmanyayê girtine û ji van 43 hezaran serlêdana penaberiyê kirine.
Li gorî daneyên hatin aşkerakirin, ji 164 hezar penaberên di meha Îlonê d hatin 85 hezar 500 Sûriyeyî, 19 hezar ji Afganîstanê û zêdeyî 18 hezar jî ji Iraqê hatine.
Ji 577 hezar penaberên di nava 9 mehên destpêkê yên salê de hatine jî, 198 hezar ji wan ji Sûriyeyê hatine. Her wiha ji vê hejmarê 66 hezar ji Arnavûtlûkê, 52 hezar ji Afganîstanê û 47 hezar jî ji Iraqê hatine.
300 SERLÊDANÊN HÎNÊ BIRYAR LI SER NEHATINE DAYÎN HENE
BAMF'ê der barê 23 hezar serlêdanên penaberiyê de biryar da û ji sedî 38 ji van serlêdanan hatin qebûlkirin û mafê penaberiyê hat dayîn.
Lê belê hejmara serlêdanên hînê biryar li ser nehatine dayîn, her zêde dibe. Li gorî daneyên dawiya meha Îlonê, hejmara serlêdanên biryar li ser nehatine dayîn 400 hezar 500 e. Ev yek li gorî meha berî xwe, bi 24 hezar serlêdanan zêde bûye.