ANC'ê, 4. civîna Konseya Giştî ya Neteweyî pêk anî

Kongreya Neteweyî ya Afrîkayê (ANC), 4. civîna Konseya Giştî ya Neteweyî pêk anî.

Kongreya Neteweyî ya Afrîkayê (ANC), 4. civîna Konseya Giştî ya Neteweyî pêk anî. Kombûn bi beşdairya 3000 delegeyan, li bajarê Johannesbûrg ê Başûrê Afrîkayê pêk hat.

Di deklarasyona piştî civînê de hat gotin, "Armancên ku me ji bo azadiya aborî û civakî ya gelê me danîne pêşiya xwe, hînê derbasdar in."

'PÊVAJOYEKE KRÎTÎK'

Di deklarasyonê de hat ragihandin ku şoreşa demokratîk a neteweyî di pêvajoyeke krîtîk re derbas dibe û hat destnîşankirin, ku divê nêzîkatiyên li nirxên têkoşînê nayên, bên sererastkirin. Hat gotin ku divê nêzîkatiyên weke bertîl, sextekarî, fraksiyonbûyîn, cihgirtin, kirîna endaman, ji holê werin rakirin.

Di dawiya deklarasyonê de hat gotin, "Di tevahiya jiyana xwe de, ji bo azadiyan em ê li cem hev şer bikin."