Polîsên Swêdê êrîşî penaberên Fîlîstînî kirin
Penaberên Fîlîstînî yên ji zilma dewleta Îsraîlê reviyan û xwe li Swêdê girtin, vê carê jî rastî êrîşa polîsên Swêdê hatin.
Penaberên Fîlîstînî yên ji zilma dewleta Îsraîlê reviyan û xwe li Swêdê girtin, vê carê jî rastî êrîşa polîsên Swêdê hatin.
Penaberên Fîlîstînî yên ji zilma dewleta Îsraîlê reviyan û xwe li Swêdê girtin, vê carê jî rastî êrîşa polîsên Swêdê hatin.
Penaberên Fîlîstînî, ji ber ku serlêdana wan ji aliyê Daîreya Koçberan ve hat redkirin û biryara dersînorkirina wan hat dayîn, ji destpêka meha Tebaxê ve li cihekî nêzî Daîreya Koçberiyê ya bajarê Malmo kon vedan û dest bi greva birçîbûnê kirin.
Daîreya Koçberiyê ya Swêdê dixwazin van koçberên Fîlîstînî bişîne ji Sûriye û Iraq a jê hatine, lê belê her du welat jî dibêjin ku ew ne welatiyên wan e, lewma wergirtina Fîlîstîniyan red dikin.
Penaberên Fîlîstînî yên bi salane bêyî 'mafê rûniştinê' dijîn, ji bo daxwazên wan ên penaberiyê bên qebûlkirin, xwepêşandan û grevên birçîbûnê lidar dixin. Yek ji van çalakiyan jî li bin konê li nêzî Daîreya Koçberiyê ya li Malmo ye.
Duh danê sibehê saet di 10:00 de bi qasî 40 polîsan dor li kampa li vir girtin û ji Fîlîstîniyan xwestin ku konên xwe bidin hev û herêmê biterikînin. Fîlîstîniyan ragihandin, ku heta daxwazên wan neyên bi cih ew ê konên xwe ranekin û dirûşmên "Em dixwazin bijîn", "Em azadiyê dixwazin" qîriyan. Mirovên li herêmê jî bi qîrîna dirûşma "li ber xwe bide" destek dan Fîlîstîniyan.
Polîsan li vê derê bi gaza îsotê êrîş kirin û 9 Fîlîstînî girtin binçavan. Polîsan 6 ji van Fîlîstîniyan serbest berdan, lê belê der heqê 3 ji van de bi hinceta li hemberî karmendê dewletê derketiye û alîkarî dane reva sûcdaran, lêpirsîn vekirin.
Ev êrîş û helwesta polîsan, rastî nerazîbûna rêxistinên civakî yên sivîl hat. Endamê Desteya Rêveber a saziyeke sivîl a bi navê "Penaber bi xêr hatine Swêdê" Tobîas Lohse diyar kir ku ew vê destwerdana tund rexne dikin.