Li Swêdê, ji bo penaberan pêwîstî bi avahiyan heye

Li Swêdê, hejmara penaberan ku ji destpêka salê ve gihaştiye 73 hezarî, tê texmînkirin ku bi zêdebûna hefteyên dawî re heta dawiya salê bigihêje 150 hezarî.

Li Swêdê, hejmara penaberan ku ji destpêka salê ve gihaştiye 73 hezarî, tê texmînkirin ku bi zêdebûna hefteyên dawî re heta dawiya salê bigihêje 150 hezarî. Bi zêdebûna hejmara penaberan re, ji bo 60 hezar penaberan pêwîstî bi avahiyan heye.

Serokwezîrê Swêdê Stefan Lofven di civîneke çapemeniyê de ragihand, ku di nava 7 rojên dawî de 8 hezar 899 penaber hatine Swêdê. Lofven anî ziman ku eger hatina penaberan bi vî rengî dewam bike, wê heta dawiya alê hejmar bigihêje 150 hezarî.

Swêd a xwedî 9.8 mîlyon nifûsî, di nava Yekîtiya Ewropayê de yek ji welatên herî zêde ji aliyê penaberan ve tê tercîhkirin e. Par li Swêdê 81 serlêdanên penaberiyê hatibûn kirin û ji van 36 hezar kesan mafê penaberiyê wergirtibûn.

Bi taybetî, bi zêdebûna serlêdana penaberan a di mehên dawî re, pirsgirêkek cidî ya stargehê jî derket holê. Ajansa Koçberiyê ya Swêdê da xuyakirin, ku ji bo penaberên li gelemperiya Swêdê, pêwîstiya wan bi lezgînî bi avahiyên ku têra 60 hezar penaberan bike, heye. Ajansê xwest, ev pirsgirêk were çareserkirin. Ev banga ajansê, beriya her kesî ji bo şaredariyan derbadar e, ji ber ku di pirsgirêka avahiyan de şaredarî erkdar in.