CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Papa Fransîs çû serdana Fîdel Castro
Papa Fransîs ê li serdana Kubayê ye, lîderê Şoreşa Kubayê Fîdel Castro li mala wî ziyaret kir. -
Gelê Yewnanîstanê Syrîza û Çîpras 'rewa' kir
Di hilbijartinên giştî yên duh ên li Yewnanîstanê de gel ji Syrîza ya bi pêşengiya Aleksîs Çîpras xwest, polîtîkayên xwe bidomîne. -
13 koçberên din jiyana xwe ji dest dan
Bota plastîk a 46 koçberên qaçax tê de bûn û ji navçeya Çanakkale Ayvacikê diçû Girava Mîdîllî ya Yewnanîstanê, ji ber li keştiya rêwiyan qelibî, binav bû. Di bûyerê de 13 koçberan jiyana xwe ji dest dan. -
Wêneyê Alan Kurdî bandor li nêzîkatiya gelê Swêdê ya li penaberan kir
Li gorî encamên anketa şîrketa lêkolînê ya bi navê Sîfo, wêneyê cesedê Alan Kurdî yê 3 salî yê ji Kobanê, ku li peravên Bodrûmê hat dîtin, bandorek erênî li nêzîkatiya Swêdiyan a li penaberan kiriye. -
Rêwîtiya bi deh hezaran penaberan didome
Di ser Îtalya û welatên Balkanan re rêwîtiya penaberan a ber bi welatiyên Ewropa navîn û rojava, didome. -
Papa: Bila Kuba hîn bêhtir Dêrê serbest bike
Kuba ku di têkiliyên bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) û welatên din ên rojavayî de ketiye pêvajoyeke nû, malovaniyê ji lîderê cîhana Katolîk Papa Francîs re dike. -
Gelê Yewnanîstanê li ser sindoqan e
Li Yewnanîstanê, ji bo hilbijartinan parlamenta ji 300 wekîlan, gel li ser sindoqan e. Tê payîn ku pêşbirka vê hilbijartinê di navbera Syrîza û partiya Demokrasiya Nû de derbas bibe. -
DYA ji Rûsyayê re got, 'Esad ne parçeyekî çareseriyê ye, yê pirsgirêkê ye'
Di navbera Rûsya û DYA de hevdîtinên li ser Sûriyeyê dewam dikin. DYA di nêrîna xwe ya 'Rejîma Esad ne parçeyekî çareseriyê ye, yê pirsgirêkê ye' israr dike. -
Li Elmanyayê doz li 7 endamên çete hat vekirin
Li Elmanyayê, der heqê 7 kesên par di meha Mijdarê de hatin binçavkirin, bi îdîaya destek dane çeteyên DAIŞ'ê doz hat vekirin. -
Rûsya di hevkariya bi rejîma Esad re israr dike
Îdîayên li ser alîkariya leşkerî ya Rûsyayê ji bo Sûriyeyê naqedin. Tê dîtin ku Rûsya israr dike, ji bo rejîma Esad jî tevlî koalîsyona navneteweyî ya li hemberî DAIŞ'ê, bê kirin. -
FIFA nahêle dozger xwe bigihînin belgeyan
Yekîtiya Federasyonên Futbolê ya Navneteweyî (FIFA) ku navê wê timî bi skandalan dikeve rojevê, hat îdîakirin ku lêpirsîna li ser paqijkirina pereyê reş, asteng kiriye. -
Germa Tebaxê careke din rekor şikand
Li gorî daneyên Daîreya Atmosferê û Okyanûsê ya Neteweyî ya Amerîka (NOAA), germa di meha Tebaxê de hat pîvandin, gihaşt asta herî bilind a ji sala 1880'ê û vir ve. -
Boko Haram ji 2014'an û vir ve li Kamerûnê 400 sivîl qetil kir
Rêxistina hov a ji Nîjeryayê Boko Haram, ji sala 2014'an û vir ve li bakurê welatê cîran Kamerûnê nêzî 400 sivîl qetil kir. Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî diyar kir ku artêşa Kamerûnê jî li dijî van êrîşan bi dehan sivîl kuştiye. -
Sekreterê Giştî yê FIFA yê bi nelirêtiyê tê sûcdarkirin ji wezîfeyê hat girtin
Piştî skandala di dengdayîna ji bo kûpayên cîhanê yên 2018 û 2022'an, FIFA vê carê jî bi skandala nelirêtiya di kûpa cîhanê ya 2014'an de hat kirin, di rojevê de ye. -
Di bomberdûmana li Sûriyeyê de bi dehan sivîlan jiyana xwe ji dest dan
Li Helebê, di bomberdûmana ji ber şerê navbera hêzên artêşê û mûxalîfan de, jin û zarok jî di nav de herî kêm 53 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
YE: Katalonyaya Serbixwe wê ji nava yekîtiyê bê derxistin
Di hilbijartinên herêmî yên 27'ê Îlonê yên li Katalonyayê de, tê payîn ku partiyên alîgirê serxwebûnê bi ser bikevin. Hewldanên Yekîtiya Ewropayê (YE) yên ji bo pêşîgirtina li serxwebûnê, balê dikişînin. -
Hilbijartinên Yewnanîstanê: Di anketan de Syrîza û ND nêzî hev in
Gelê Yewnanîstanê xwe amade dike roja Yekşemê ji bo hilblijartinên giştî biçe ser sindoqan. Li gorî anketan, bi rêjeyeke kêm be jî Syrîza dibe partiya yekemîn. Lê belê Partiya Demokrasiya Nû (ND) gelekî nêzî Syrîza ye. -
Hilbijartinên li Donetskê di 18'ê Cotmehê de ne
Komara Gel a Donetskê, ku li rojhilatê Ûkraynayê herêmeke girîng bi rê ve dibe, berevajî dema ji aliyê Kîevê hatiye destnîşankirin, wê hilbijartinên xwe yên herêmî di 18'ê Cotmehê de pêk bîne. -
Li Şîlî erdheja bi şîdeta 8,3'an
Li Şîlî bi şîdeta 8,3'an erd hejiya. Li dû erdhejê hişyariya Tsûnamî hat kirin. -
NY ji bo Srî Lankayê dadgeheke taybet xwest
NY, ji bo lêkolînkirina îdîayên sûcê şer û komkujiyên di dema şerê navxweyî yê Srî Lankayê de rû dan, xwest dadgeheke taybet bê avakirin. -
Dîwana Edaletê serlêdana Elmanyayê ya li ser alîkariya sosyal mafdar dît
Dîwana Edaletê ya Ewropayê, biryara nedayîna alîkariya sosyal ji bo welatiyên Yekîtiya Ewropayê (YE) yên bar kirine Elmanyayê, 'mafdar' dît. -
HP bi qasî 30 hezar kesan ji kar derdixîne
Şîrketa enformatîk a Amerîkayê Hewlett Packard (HP) ragihand ku ew amadekariyê dike, ji bo bi deh hezaran karkeran ji kar derxîne. -
Fransa: Em ê destekê bidin tevgera bejahî ya li dijî DAIŞ'ê
Serokwezîrê Fransayê Manûel Valls da xuyakirin ku operasyonên hewayî yên li Sûriyeyê dibe ku demeke dirêj dewam bike û destnîşan kir, ku destwerdan ne ji bo xurtkirina rejîmê ye. -
Di êrîşên mûxalîf ên li Helebê de bi dehan sivîlan jiyana xwe ji dest dan
Li bajarê Helebê, di êrîşên mûxalîfên Sûriyeyê yên li hemberî hêzên rejîmê de, sivîl jî di nav de bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dan. Di nava mirovên jiyana xwe ji dest dane de herî kêm 14 zarok hene. -
Bi sedan penaber heta ji sînor derbas bibin ketine greva birçîbûnê
Di ser Balkanan re herikîna penaberan ber bi welatên YE ve didome. Ji ber kontrolên zêde, bi deh hezaran ji wan li ser sînoran tên sekinandin. Bi sedan penaberên nikarin derbasî Macarîstanê bibin, dest bi greva birçîbûnê kirin.