Hilbijartinên Yewnanîstanê: Di anketan de Syrîza û ND nêzî hev in

Gelê Yewnanîstanê xwe amade dike roja Yekşemê ji bo hilblijartinên giştî biçe ser sindoqan. Li gorî anketan, bi rêjeyeke kêm be jî Syrîza dibe partiya yekemîn. Lê belê Partiya Demokrasiya Nû (ND) gelekî nêzî Syrîza ye.

Gelê Yewnanîstanê xwe amade dike roja Yekşemê ji bo hilblijartinên giştî biçe ser sindoqan. Li gorî anketan, bi rêjeyeke kêm be jî Syrîza dibe partiya yekemîn. Lê belê Partiya Demokrasiya Nû (ND) gelekî nêzî Syrîza ye.

Anketên li ser hilbijartinên ku piştî biryara lîderê Koalîsyona Çep a Radîkal (Syrîza) Aleksîs Çîpras hat wergirtin, nîşan didin ku Syrîza wê careke din bibe partiya yekemîn.

Li gorî anketeke li rojnameya Efîmerîda ton Syntakton hat weşandin, Syrîza bi rêjeya ji sedî 28'an a dengan re, dibe partiya yekemîn. Partiya rastgiriya navendî Demokrasiya Nû (ND) jî bi rêjeya ji sedî 24'an re dibe partiya duyemîn. Di anketê de tê ragihandin ku partiya rastgir a tund Berbanga Zêrîn di rêza sêyemîn, Partiya Komunîst (KKE) û partiya rastgir a navendî To Potamî di rêza çaremîn de cih digirin.

Li gorî anketeke ku ji aliyê rojnameya mûxafazakar Kathîmerînî ve hat kirin, partiya rastgiriya navendî Demokrasiya Nû bi rêjeya ji sedî 30 a dengan re dibe partiya yekemîn, Syrîza bi rêjeya ji sedî 29,5'an dibe partiya duyemîn.

Di hilbijartinên 25'ê Çileyê de Syrîza bi rêjeya ji sedî 36,3 ê dengan re bûbû yekemîn û bi partiya Anel a bi polîtîkayên xwe yên dijberiya Yekîtiya Ewropayê tê naskirin, koalîsyon ava kiribû.

Di sîstema hilbijartinê ya Yewnanîstanê de ji bo partiya yekemîn avantajeke mezin tê dayîn. Ji 300 kursiyên li parlamentê 50 kursî yekser ji partiya yekemîn re tê dayîn û 250 kursiyên mayî jî di nava partiyên benda ji sedî 3 derbas kirine, li gorî rêjeya dengên wergirtine re tên parvekirin.