DYA ji Rûsyayê re got, 'Esad ne parçeyekî çareseriyê ye, yê pirsgirêkê ye'

Di navbera Rûsya û DYA de hevdîtinên li ser Sûriyeyê dewam dikin. DYA di nêrîna xwe ya 'Rejîma Esad ne parçeyekî çareseriyê ye, yê pirsgirêkê ye' israr dike.

Di navbera Rûsya û DYA de hevdîtinên li ser Sûriyeyê dewam dikin. DYA di nêrîna xwe ya 'Rejîma Esad ne parçeyekî çareseriyê ye, yê pirsgirêkê ye' israr dike.

Wezîrê Karên Derve yê DYA John Kerry ji qenala 4 a Îngilîz re axivî û diyar kir ku di şerê li dijî DAIŞ'ê de ew ji alîkariya Rûsyayê re vekirîne. Kerry got, "Pê re (Rûsya) armancên me yên hevpar hene" û destnîşan kir ku divê DAIŞ bi temamî were sekinandin û tinekirin.

Kerry anî ziman ku têkoşîna li hemberî DAIŞ'ê tê meşandin 'divê bi hewldanên Rûsyayê re nekeve nava nakokiyan' û diayr kir ku ji ber vê yekê hevdîtinên her du aliyan girîng in. Kerry ragihand ku hevdîtinên li ser hevkariya bi Rûsyayê re, ev demeke dirêj e dewam dikin.

Wezîrê Karên Derve yê DYA John Kerry da xuyakirin ku li ser pêşeroja rejîma Sûriyeyê nakokiyên di navbera Rûsya û welatê wî de hînê çareser nebûne û destnîşan kir ku Beşar Esad û rejîma wî 'parçeyekî pirsgirêkê' bi xwe ye. Kerry diyar kir ku ew li dijî helwesta Rûsyayê ya di têkoşîna li hemberî DAIŞ'ê de girîngiyê dide hêza artêşê ya rejîma Sûriyeyê û careke din dubare kir ku divê Esad biçe.

RÛSYA HÊZA XWE YA LI SÛRIYEYÊ ZÊDE DIKE

Di vê navberê de îdîayên li ser zêdekirin û xurtkirina hêza Rûsyayê li Sûriyeyê, di nava tevahiya hefteyê de di rojevê ed bûn. Di daxuyaniyên rêveberiya DYA de hatibû îdîakirin, ku Rûsya tevî gelek balafir, helîkopter û tankan 200 leşker şandiye herêmeke nêzî bajarê Lazkiye yê Sûriyeyê. Tê îtîakirin ku Rûsya dixwaze li herêmê baregeheke leşkerî ava bike.

Desteya Rûsyayê ji bo Sûriyeyê heta niha bi awayekî fermî ji aliyê Rûsyayê ve nehatiye qebûlkirin. Lê belê balkêş ku Rûsya bijarka 'eger pêwîstî pê hebe wê destek were dayîn' derdixîne pêş.

Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Welîd el Mûallîm jî çend roj berê daxuyaniyek dabû û diyar kiribû ku di şerê li dijî DAIŞ'ê de, eger 'pêwîstî pê hebe' ew ê desteka leşkerî ji Sûriyeyê bixwaze. Mûallîm îdîakirin ku destekeke bi vî rengî niha ne pêwîst e.