Bi sedan penaber heta ji sînor derbas bibin ketine greva birçîbûnê

Di ser Balkanan re herikîna penaberan ber bi welatên YE ve didome. Ji ber kontrolên zêde, bi deh hezaran ji wan li ser sînoran tên sekinandin. Bi sedan penaberên nikarin derbasî Macarîstanê bibin, dest bi greva birçîbûnê kirin.

Di ser Balkanan re herikîna penaberan ber bi welatên YE ve didome. Ji ber kontrolên zêde, bi deh hezaran ji wan li ser sînoran tên sekikandin. Bi sedan penaberên destûr ji wan re nayê dayîn ji bo derbasî Macarîstanê bibin, dest bi greva birçîbûnê kirin.

Piştî Elmanyayê berî çend rojan sînorên xwe girt û ji nû ve dest bi kontrolan kir, destûr nayê dayîn ku bi deh hezaran penaberên li Macarîstan û Awûstûryayê cihê lê biterikînin. Ji ber ku Macarîstanê sînorên xwe girtiye, bi hezaran penaberên li Sirbîstanê kom bûne nikarin derbasî nava Yekîtiya Ewropa (YE) bibin.

Ev helwesta hikûmeta Macarîstanê ji aliyê bi hezaran penaberan ve hat şermezarkirin. Penaber dixwazin ji sînor derbas bibin. Bi sedan penaberan jî bi vê armancê dest bi greva birçîbûnê kirine. Penaberên li bajarê Roszke dijîn, dowîzên bi nivîsa "Heta ku sînor vebe, em ne xwarinê dixwin ne jî avê vedixwin' vekirin û sekinadina wan a li ser sînor protesto kirin. Sekna penaberan a li herema navberê ya li ser sînor dewam dike.

Hikûmet jî, piştî penaberên di ser Sirbîstanê re tên niha hewl dide pêşî li penaberên dikarin di ser Romanyayê re bên, bigire. Hikûmetê biryar da ku têlên 170 kîlometre yên li ser sînorê Sirbîstanê qewîn bike. Niha jî dixwaze heman tedbîran li ser sînorê Romanyayê bigire.

Li gorî daneyên Wezareta Karên Hundir a Macarîstanê, hejmara penaberên ji destpêka vê salê û vir ve ketine welêt, 200 hezar derbas kiriye. Bi tenê roja Duşemê 9 hezar penaberan sînor derbas kirin. Lê belê beşeke girîng a ji van penaberan li Macarîstanê namînin, derbasî Awûstûrya dibin û ji wir jî diçin Elmanya û welatên din ên Yekîtiya Ewropayê.