Rêxistina hov a ji Nîjeryayê Boko Haram, ji sala 2014'an û vir ve li bakurê welatê cîran Kamerûnê nêzî 400 sivîl qetil kir. Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî diyar kir ku artêşa Kamerûnê jî li dijî van êrîşan bi dehan sivîl kuştiye.
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, li paytexta Kamerûn Yaoûande civîneke çapemeniyê lidar xist û rapora xwe ya li ser mirina sivîlan aşkera kir.
Li gorî raporê, di 15'ê Cotmeha 2014'an de bi sedan, bi hezaran endamên Boko Haram êrîşî gundekî li bakurê welêt kirin û herî kêm 30 sivîl qetil kirin.
Di 17'ê Nîsana 2015'an de zêdeyî 100 endamên Boko Haram vê carê êrîşî bajarê "Bîa" kirin û du jê zarok 16 sivîl kuştin. Vê rêxistina hov yek bi yek li taxan geriya û 10 mal şewitand.
Rêxistina Efûyê da zanîn ku çeteyên Boko Haram di van êrîşan de mirov kuştine, şewitandine yan jî serjêkirine.
Hat ragihandin, ku hêzên ewlekariyê yên Kamerûnê jî weke bersiva li vê yekê êrîşî gundan kirine, sivîl kuştine û hin jê 5 salî zêdeyî hezar kes kirine binçavan.
Li gorî Rêxistina Efûyê, 25 kes di binê çavan de mirin û der barê mijarê de ti lêpirsîn nehat meşandin. Tevî vê yekê agahî ji zêdeyî 130 kesên ji aliyê dewletê ve hatine binçavkirin, nayê girtin.
Rêxistina Efûyê, ji bo aqûbeta 200 mêrên li du gundên li bakurê welêt hatin binçavkirin, ku zarok jî di nav de hene, lêpirsîneke serbixwe were meşandin.
Rêxistina Efûyê da zanîn ku dîmenên hêzên ewlekariyê yên derdor hilweşandine di destê wan de hene û got, "Dema şer li hemberî Boko Haram tê meşandin, pêwîstî pê nîne ku mafên sivîlên bêguneh werin binpêkirin. Divê ji hev werin cihêkirin û ev yek bi profesyonelî bê kirin."
Li sînorê bakur ê Kamerûnê, ev du sal in êrîşên Boko Haram rû didin. Li vê herêmê, ji meha Tîrmehê û vir ve zêdeyî 100 kes di neh êrîşên xwekujî de mirin.