NY ji bo Srî Lankayê dadgeheke taybet xwest

NY, ji bo lêkolînkirina îdîayên sûcê şer û komkujiyên di dema şerê navxweyî yê Srî Lankayê de rû dan, xwest dadgeheke taybet bê avakirin.

Neteweyên Yekbûyî (NY), ji bo lêkolînkirina îdîayên sûcê şer û komkujiyên di dema şerê navxweyî yê 26 salan ê Srî Lankayê de rû dan, xwest dadgeheke taybet bê avakirin.

Rapora li ser pêvajoya heta sala 2009'an dema dorpêçkirina gerîlayên Tamîl bi hevkariya navneteweyî û têkçûna wan a ji aliyê leşkerî ve, duh li Cenevreyê hat aşkerakirin. Komîerê Bilind Mafên Mirovan ê nY Zeyd Raad el-Huseyîn rapor aşkera kir û anî ziman ku di şerê navbera artêşa Srî Lankayê û Pilingên Rizgariyê yên Tamîl Elam (LTTE) de, ku di sala 1984'an de destpê kir, binpêkirineke giran a mafên mirovan rû daye.

Zeyd anî ziman ku divê dadgeheke têker a ji dadger, dozger û parêzerên navneteweyî were avakirin û got, "Lêkolînên me, binpêkirinên mafên mirovan û sûcê ku di navbera salên 2002-2011'an de li Srî Lankayê qewimîn, derxistin holê. Di nava van de sûcên bombekirin, kuştina bêdaraz, windakirin, îşkence, şîdeta zayendî û leşkerkirina zarokan hene."

Zeyd da zanîn ku di rapora li ser Srî Lankayê de tespîtên girîng hene û destnîşan kir ku ya di dema şerê navxweyî de qewimî ji aliyê hiqûqa navneteweyî ve weke sûc tê qebûlkirin.

Di rapora Neteweyên Yekbûyî de hat ragihandin ku hêzên ewlekariyê yên Srî Lankayê, ji kuştina gelek sivîl, xebatkarên alîkariyê û rojnamevanan berpirsyar in.

Têkoşîna azadiyê ya çekdarî ya LTTE, di navbera salên 1984-2009'an de dewam kiribû. Di şerê ku bi qasî 28 gerîlayên Tamîlê jiyana xwe ji dest dan, ji ber desteka navneteweyî artêşa Srî Lankayê xwedî avantaj bû.

Hêzên gerîla yên li bejahî û deryayî yê li bakurê welêt, ji ber karesata tsûnamî ya dawiya sala 2004'an, zerareke cidî dîtin. Dûre Karûna Amman ê ku beşek girîng a gerîlayên LTTE li dora xwe civand, rê li ber parçebûna herî mezin a rêxistinê vekir. Amman bi dewletê re hevkarî kiribû.

Lîderê damezrîner ê LTTE Velîpûllaî Prabhakaran jî, di operasyona dawî ya komkujiya mezin de jiyana xwe ji dest dabû.

Tevî ku gerîlayan têkçûna ji aliyê leşkerî ve qebûl kir jî, artêşa Srî Lankayê komkujiyên xwe dewam kiribû.