Li Elmanyayê doz li 7 endamên çete hat vekirin

Li Elmanyayê, der heqê 7 kesên par di meha Mijdarê de hatin binçavkirin, bi îdîaya destek dane çeteyên DAIŞ'ê doz hat vekirin.

Ji 7 kesên ji aliyê Dozgeriya Giştî ya Federal a Karlsrûhe der heqê wan de doz vekir, 6 jê welatiyên Elman, yek jî welatiyê Pakîstanê ye. Dozgeriyê li Dadgeha Bilind a Eyaletê ya Dusseldorfê doz vekir û bersûc bi sûcdariya "Alîkarî dane rêxistineke terorê ya li derveyî welat" tên sûcdarkirin.

Hat ragihandin ku ev bersûcên ji 23 heta 59 salî, bi tevneke li Elmanyayê ava kirin re alîkarî dane çûn û hatina çeteyan ji bo Sûriyeyê û ji van kesan re şexsên karibin li derveyî welat têkiliyê bi wan re deynin, amade kirine. Di gilînameyê de hat diyarkirin, ku bersûcên ji çeteyên weke DAIŞ, Cund el Îslam û Ahrar el Şam re endam peyda kirine, ji bo çûna van endamên çeteyan, pere kom kirine.

Li gorî agahiyan, ev xebatên bersûcan ji destpêka sala 2013an heta Îlona 2014'an hatine şopandin. Tê gotin ku yek ji van bersûcan jî bi qasî 15 wesayît biriye Sûriyeyê. Hat destnîşankirin ku vî kesî bi xwe yek ji endamên çete biriye Sûriyeyê, ev kes di destpêkê de tevlî El Nûsra bûye, dûre jî tevlî DAIŞ'ê bûye.

Du ji heft kesên Dozgeriya Federal doz li wan vekir, par di meha Mijdarê de di operasyonên li Koln û derdora wê de hatibûn binçavkirin.