CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Li Lubnanê bi deh hezaran kes beşdarî mezintirîn xwepêşandana civaka sivîl bûn
Li Lubnanê, nerazîbûna gel a li hemberî çîna siyasetê ya bertîlê digire û di rêveberiyê de qels e, didome. -
Li Dresdenê bi hezaran kesan ji penaberan re gotin "hûn bi xêr hatine"
Bi armanca şermezarkirina xwepêşandanên nîjadperestî yên li bajarokê Heîdenaû yê Elmanyayê, ku veguheriye sembola êrîşên li dijî penaberan, bi hezaran kes daketin kolanan û ji penaberan re gotin "hûn bi xêr hatine". -
Di nava hefteyekê de li El Salvadorê bi sedan kes hatin kuştin
Li El Salvador welatê Amerîka Navîn, tevî ku şer lê nîne jî yek ji welatê herî zêde mirov ji ber şîdetê lê tên kuştin e. -
KENY banga bicihanîna agirbesta li Sûdana Başûr kir
Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) bang kir ku peymana ji bo qedandina şerê navxweyî yê li Sûdana Başûr bi cih were anîn. -
Dadgehê qedexekirina xwepêşandanên dijberiya penaberan erê kir
Li bajarokê Elmanya Heîdenaû, ku ev demeke ji ber xwepêşandanên dijberiya penaberan û pevçûnên bi polîsan re di rojevê de ye, xwepêşandan lê hat qedexekirin. -
Li Awûstûryayê lêpirsîna li ser mirina 71 penaberan didome
Hat ragihandin ku hejmara penaberên roja Pêncşemê di qemyoneke li Awûstûrya de mirî hatine dîtin 71 ye. Li gorî agahiyan, şebekeya rê li ber vê dramê vekiriye, welatiyên Bûlgarîstan û Macarîstanê ne. -
Li Fransayê êrîşên li hemberî polîs û jendermeyan zêde bûn
Li Fransayê, ku di salên dawî de sûcên krîmînal zêde bûn, ciwanên biyanî li dijî sîstemê bidin xwedî seknekê, tê gotin ku êrîşên li hemberî hêzên ewlekariyê di asteke cidî de zêde bûne. -
Hebûna trena Nazî ya li Polonyayê 'rast' e
Hebûna trena berê ya Nazî, ku ev çend hefte ne di rojeva Polonyayê de ye, tê gotin ku rast e. -
Anketên hilbijartinê Syrîza weke partiya yekemîn nîşan didin
Li Yewnanîstanê, di anketên beriya hilbijartinên pêşwext ên 20'ê Îlonê de, Koalîsyona Çep a Radîkal Syrîza weke partiya yekemîn xuya dike. -
Karesateke din a koçberan: 76 cenaze hatin dîtin, bi sedan kes winda ne
Li Lîbyayê di encama du keştiyên ku koçber têde ne noqî avê bû herî kêm 76 kesan jiyana xwe ji dest da, 198 kes jî ji aliyê ekîbên Ewlehiya Perava Lîbyayê hatin rizgarkirin. -
Drama penaberên li Ewropayê di asteke dijwar de ye
Herikîna penaberan ber bi welatên YE dewam dike. Duh li gelek welatan bi sedan penaberan jiyana xwe ji dest dan. Piştî Derya Spî zêdebûna herikîna penaberan di ser welatên Balkanan re, drama penaberan derket asteke nû. -
Hikûmeta Fransayê û sektora xurekê li dijî îsrafê li hev kirin
Li Fransayê, ji bo pêşî li îsrafa xurekê bê girtin, hikûmetê û rêze marketên mezin li hev kirin. -
Li Misirê cezayê îdamê li 12 endamên DAIŞ'ê hat birîn
Dadgehek li Misirê, bi sûcdariya 'endamên DAIŞ'ê ne û di komkujiyan de cih girtine' cezayê îdamê da 12 kesan. -
Asta ava okyanûsê wê heta metreyekê bilind bibe
Li dijî germahiya global, tê payîn ku welatên cîhanê di Konferansa NY ya meha Kanûnê de mora xwe deynin binê peymaneke hevpar. Li aliyê din daneyên nû yên li ser bilindbûna asta okyanûsê, fikar û guman zêde kirin. -
Medya Swêdê: Dem hatiye Erdogan hêrsa xwe dezgîn bike
Medya Swêdê di nûçe û gotarên xwe de ragihand ku Erdogan ê vîna gelan a di 7'ê Hezîranê de derketiye holê tine dihesibîne, ji bo desthiladariya xwe winda neke, berê xwe careke din daye polîtîkaya şer. -
Hejmara bêkarên li Fransayê bi tenê bi 2.500 kesan kêm bû
Hikûmeta Sosyalîst a li Fransayê, ji polîtîkaya xwe ya kêmkirina hejmara bêkaran, ku armanca xwe ya herî girîng e, encama jê dixwaze bi dest naxe. -
Kesê li DYA rojnamevan qetil kir mir
Li eyaleta DYA Vîrgînîayê, hat ragihandin ku êrîşkarê di weşana zindî de du rojnamevan qetil kir û dûre gule berda xwe, li nexweşxaneyê mir. -
Macarîstan wê li dijî penaberan artêşê bi kar bîne
Li Macarîstanê ku bi tenê îsal zêdeyî 100 hezar penaberan xwe gihandê, hikûmet amadekariyan dike ku ji bo pêşî li derbasbûna ji sînoran bigire, artêşê bi kar bîne. -
DYA wê bi qasî 8 hezar penaberên Sûriyeyî qebûl bike
Li Sûriyeyê ji ber şerê navxweyî 4,3 mîlyon mirov penaber bûn. DYA ragihand ku ew ê beşeke biçûk a van penaberan qebûl bike. -
Hejmara mirovên bi nexweşiya Demans ketin gelekî zêde bû
Li gorî rapora dawî ya ji aliyê saziya bi navê Alzheimer’s Disease International (ADI) ve hat weşandin, hejmara mirovên bi nexweşiya demans (xurifînê) ketine, gihaştiye 46,8 mîlyonî. -
Li Lubnanê 'krîza çopê' çareser nabe
Li paytexta Lubnan Beyrûdê, hewldanên hikûmetê yên ji bo rizgariya ji krîza 'nelirêtî' û 'çopê' careke din bê encam man. -
Di şerê li Afrîka Navîn de bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dan
Li Komara Afrîka Navîn, di şer û pevçûnên rojên dawî dijwar bûn de zêdeyî 20 kesan jiyana xwe ji dest dan, bi dehan kes jî birîndar bûn. -
Êrîşa li dijî cihên Romanan
Li Fransayê, di êrîşa li hemberî qadeke demkî ya Roman lê dijiyan de 3 Roman û jendermeyekî jiyana xwe ji dest dan. -
DÎDF: Divê dewleta Elman li dijî nîjadperestan tavilê tedbîran bigire
DÎDF'ê der barê êrîşên li Elmanyayê yên li dijî penaberan de daxuyaniyek da û got, "Li hemberî komên êrîşî koçberan dikin an jî di nava plana êrîşê de ne, divê tavilê tedbîrên bi bandor werin girtin." -
Gelê Gûatemala dixwaze serokê 'tevlî karên ne li rê bûye' îstifa bike
Li welatê Amerîka Navîn Gûatemalayê, xwepêşandanê li hemberî Serokdewletê tevlî karê nelirêtiya bacê bûye, dewam dikin.