Li dijî germahiya global, tê payîn ku welatên cîhanê di Konferansa Neteweyên Yekbûyî (NY) ya meha Kanûnê de mora xwe deynin binê peymaneke hevpar. Li aliyê din daneyên nû yên li ser bilindbûna asta okyanûsê, fikar û guman zêde kirin.
Li gorî daneyên nû yên ji aliyê Daîreya Hewakarî û Fezayê ya Amerîka (NASA) ve hatin weşandin, asta ava okyanûsê herî kêm wê bi metreyekê bilind bibe. NASA'yê der barê dema bilindbûna asta okyanûsê de demeke diyar destnîşan nekir, lê ragihand ku ev yek dibe ku di nava 100-200 salên pêşiya me de pêk were.
Beriya niha di sala 2013'an de di encama xebateke navbera hikûmetên ser bi Neteweyên Yekbûyî de hatibû ragihandin ku bilindbûna asta ava okyanûsê heta dawiya vê sedsalê dibe ku ji 30 heta 90 santîmetreyî be.
Ji pisporên NASA Steve Nerem da xuyakirin ku daneyên dawî, texmînên herî bilind ên li ser bilindbûna asta okyanûsê ye. Nerem da zanîn ku li gorî pîvandinên wan bi rêya satalaytên NASA kirine, encamên nêzî texmîna asta herî bilind kirine.
Asta okyanûsê ji sala 1992'an û vir ve bi qasî 7,6 santîmetreyî bilind bû. Li hin cihan ev yek gihaşt 23 asntîmetreyî.
Pêwendiya bilindbûna asta avê, bi germahiya global zelal bû. Tê zanîn ku ev yek encama helandina qeşa li cemserên başûr û bakur e. Qeşayên li Gronland û derdora wê, salane bi qasî 303 mîlyar ton dihelin. Qeşayên li Antartîkê jî salane bi qasî 118 mîlyar ton dihelin.