Li Fransayê êrîşên li hemberî polîs û jendermeyan zêde bûn

Li Fransayê, ku di salên dawî de sûcên krîmînal zêde bûn, ciwanên biyanî li dijî sîstemê bidin xwedî seknekê, tê gotin ku êrîşên li hemberî hêzên ewlekariyê di asteke cidî de zêde bûne.

Li Fransayê, ku di salên dawî de sûcên krîmînal zêde bûn, ciwanên biyanî li dijî sîstemê bidin xwedî seknekê, tê gotin ku êrîşên li hemberî hêzên ewlekariyê di asteke cidî de zêde bûne.

Rojnameya Le Fîgaro, agahiyên ji rapora bi mora Midûrê Giştî yê Navenda Ewlekariya Cemaweriyê ya Neteweyî (DCSP) Pascal Lalle parve kir. Li gorî nûçeya rojnameyê, bi tenê di xwepêşandan û êrîşên par de 7 hezar 603 polîs û jenderme birîndar bûne.

Li gorî raporê ji sala 2008'an û vir ve birîndarbûna polîs û jendermeyan di erîşan de, ji sedî 46 zêde bûye.

Di raporê de hat ragihandin ku 5 hezar 834 polîs li ser karê xwe birîndar bûne û par 1769 jenderme birîndar bûne. 

Rojnameya Le Fîgaro ji bilî rapora DSCP, da zanîn ku di nava sala 2014'an de 805 jenderme ji ber êrîşa çekdarî birîndar bÛne. 

Rojnameyê diyar kir ku ev hejmar li gorî salek beriya wê ji sedî 28 zêde bûye û asta herî bilind a 10 salên dawî ye.